Diçûm pola duda.
Baş tê bîra min,
Xaniyekî me yî ji perekêtan û ji beştan hebû.
Dû re me odeyeke beton lê ew jî bi beştan lê zêde kiribû.
Ew ode bûbû odeya mêvanan,
lê bi roj ji mêvanan re bû,
bi şev bavê min, dêya min
û zarokên biçûk lê radiketin.
Televizyona me ya bêreng jî li wê odeyê bû;
loma jî kêf û zewqa me ya televizyonê heya sînorê xewa bavê min bû.
Xwedê heye,
pirê caran li ber serê wî û ligel senfoniya xurexura wî me sînor derbas jî dikir.
Di wê qelebelixî û tevliheviyê de
û bêyî haya me yekî ji yê din çêbibe,
em çawa zêde dibûn, ew jî ciyê serêşayiyê ye.
Zivistanan zahmet bû,
sobe tenê li odeya mêvanan bû.
Havînan ne xema me bû;
se çar mehan
ne bi roj,
ne bi şev,
çavê me bi hundir nedibû.
Hin caran bi şîveke xweş,
hin caran bi paşîveke bi dizî û bi nefs,
hin caran jî em bextewar dibûn bi du sêv û purtiqaleke qaşik zerxweş.
Em hîç nedifikirîn em çi ne, em ê bibin çi?
Dem diherikî, em jî li ser pêlên demê bi demê re mezin dibûn.
Û teşta şîn î mîqa...
Heya berî sunetkirinê jî di wê teştê de
û bi destê dê em ji qirêj û gemara toz û rimilka sikak û kolanan paqij dibûn.
Rojekê,
erê baş tê bîra min,
rojeke ji rojên havînê li dika ber deriyê xênî,
wek her rojên yekşemê di teşta şîn î mîqa de rûniştibûm,
dêya min serê min dişuşt.
Mehemed Gemaro; erê mehelê ev nav lê kiribû.
Nuh bar kiribûn hatibûn bûbûn cîranên me.
Bajariyên Mêrdînê bûn.
Ji kurmanciya wan erebî difûriya.
Karê wî sindoq mindoqên çêz ji qîzan re çêdikir.
Navê qîza wî Hiznîgulê bû.
Porê wê kin î topikî û xweşik bû.
Wan salan min nizanîbû dil, evîn çi ye.
Lê wexta çavên min lê diketin, min zanîbû hestên min berba dibin
û qirçînî ji dilê min tê.
Bi qudra îlahî, Hiznîgulê hat ket pola min.
Erê ez vegerim wê rojê
anku ser teşta şîn î mîqa û serşuştina xwe.
Wê rojê, serçavê min kefkirî
di teştê de ez di nav destên dêya xwe de diperpitîm;
diperpitîm ji ber ku hûn nizanin bê şewata wê sabûna keske çi agir bi çavên meriv dixist.
Dêya min bedena min bi lûfikeke bêîman nedifirkand, dixeritand.
Û ez şipiya sekinîbûm.
Hew min bihîst dengê Hiznîgulê di guhên min de olan dide.
Teva wê kefê min çavên xwe vekirin, çi bibînim?
Hiznîgulê li ber min sekiniye,
narkên rûyê wê soromoro bûne.
Nizanim çend rojan heya ji min hat min xwe ji Hiznîgulê vedizî.
Ne li malê û sikakên mehelê, ne jî li dibistanê,
min çavên xwe ji çavên wê stirandin.
Heta ku rojekê li dibistanê ji tirsa mamoste Hiznîgulê bi xwe de mîst û bin xwe şil kir.
Êdî em bûbûn wek hev.
Ji wê rojê û vir de, ne min ji wê fedî kir, ne jî wê ji min...
Em bûn wek hev.