20 Kasım 2017 Pazartesi

Rojeke Ji Rojan.

Wek hûn dibînin, ji nêrîna min û nêrîna seydayê min, nûra ku xwedê jî bi hesreta wê di ber tavê de reş û şîn dibe, ji rûyên me xwe spartiye derve û ji wê nûrê tabloyeke nûranî çêbûye.
Û tav jî bûye para şeytaniyan; kî heq bike li cem wan e.
Herçend jiyîneke me yî cîhê hebe jî, qible û qiblegeha me yek in.
Wexta ez û vî xortê (Nizanim bibêjim qert an navosere?) Ka ez bibêjim navosere; ji ber ku qasî di bîra min de maye ew ji peyva qert hez nake.
Erê, wexta ez û vî xortê navoserê digihêjin hev, ego, kompleks, quretî, pesn, pesindayîn û gelek têgeh mêgehên ku dû re li însên hatine barkirin, sîh û metreyekê ji me dûr dikevin.
(Ew sîh û yek jî ne ji fiqurî ji devê min pengizî; hema ji nişka ve xwe li zimanê min girt)
Û ji xwe xeta Otobusa ku ji Yenîkapiyê diçe Kuyumcûkentê jî 31 e. Hûn bawer nakin jî, telefonî Salihê çapemenîst bikin, li ser wê guzergahê rûdine û nêviyê emrê wî di otobuza 31 de derbas dibe.
Em vegerin ser mijar û civata xwe.
Min got, "Seyda ji zû de ye me bi hev re wêneyek nekişandiye. Ka em wêneyekî bikişînin."
Seyda bi wan awirên xwe yên rehm jê difûre got, "Devliken, min berê ji te re gotiye ji newqê û berjor. Ez zanim tu yê dû re vî wêneyî li ser medya sosyal belav bikî û bi wî zimanê xwe yî tûj û dirêj û çepel tiştina binivîsî. Eman eman!"
Min got, "Seyda, karîzmaya te karîzmaya min e. Min berê sozek daye te ku ez ê li cem te doxîna jêr jî ya jor jî bişidînim. Hîç meraq neke. Herçend ez ji felsefeya "Mêrê hundirê xwe bikuje" hez nekim jî, ji bo te ez ê dest têxim qirika wî mêrî û ruhê wî bistînim."
Keniya...
Ya rebî! 
Dema dikene pîr ciwan, ciwan pîr dibin.
Haa! Bû qala pîrbûn û ciwantiyê. Wexta ez û seydayê xwe li kolana Îstiklalê em xwe li nav pêlên însên diqewimînin, balkêş e, jinên ji çelî û jor de li min dinêrin, jinên ji çelî û jêr de jî li seydayê min...
Weleh felek, tu him zalim, him xayîn, him jî bêbext î.
Bext!
Ax seydayê min ax! 
Ew bextê ku ji mêj de ye wenda ye çi qas xweş li ser te rûdine.
Tu bext î, bext jî tu...
Weleh heger tu destê xwe deynî ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera nekî, ez dibêjim qey bextê min jî heye.
"Bext û bext mirov dide rûniştandin li ser text."
Çi aforîzma afirî, seyda. 
Wey wey û dîsa wey!
Lê em karin di şûna aforîzmayê de peyveke bêhnkurdî jî bi kar bînin.
Mesela "Peyforîzma"
Ne xerab e.
Divê em zêde xwe ji peyvên biyanî netirsînin.
Hemû ziman cîran in û heqê cîrên li ser cîrên heye.
Tenê divê em li mentiqa hevoksaziya kurdî miqate bin. Heger mentiq û ruh bi kurdî be, ji deh peyvan bila dudu biyanî bin. Netirsin.
Li cem seydayê xwe ez vediguherim hemû qonaxên heyatê.
Biçûk dibim, mezin dibim, dîn dibim, har dibim, delalî dibim.
Carina dibim zarokekî neh deh salî, qala rengên bihuştê dikim.
Carina dibim xortekî qert an jî navosere, ji wî re qala tolaziyên xwe dikim.
Carina jî dibim kurdek û gazinên xwe dikim.
Doh jî em di gelek qonaxan re derbas bûn û me silav li gelek kesan kir.
Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û ji bextê xwe hez bikin; ji Fûad Onen hez bikin.
Û ji bîr nekin, bext nebe, hûn nabin xwedî text.
"Bext"ê min jî heye, textê min jî...