Min go
nizanim ez ji ku dest pê bikim?
Ji tengbûna
xeyalan an ji têkçûyîna hêviyan?
Nizanim!
Meriv tenê
di xeyalên xwe de azad e.
Û hêvî xeyalan
dixemilîne.
Hêvî li ber
sekratê ber xwe dide;
xeyal li ser
hêviyê li xwe dixe, xwe reş girêdaye...
Em di dem û
dewraneke ecêb re derbas dibin.
Destê kê di
bêrîka kê de ye yan jî bêrîka kê bi destê kê tije dibe, em zanin-em nizanin.
Ew welatê ku bav
û kalên min li ser erda wê ji bo meseleyên beradayî dijminatiya hevdu dikirin,
bi dijminatiya dijminên dijminên me û ji bo xezne û gencîneyên bin axa me em
bûn çar perçe.
Hinin ji me bûn
xulamên îdeolojiyan.
Hinin ji me
bûn xulamên sofiyan.
Hinin ji me
jî ûjdan û bextê xwe avêtin, dîn bû pere, îman bû pere...
Li Nezanîstanê,
nezan aqil difiroşin, li kuçe û kolan û qadên bajaran.
Û bêhna mejiyekî
genî difûre ji asîmanê bajaran.
Nezan efendî,
zana kole ne vî
zemanî...
Vê netewa
belengaz, bi qasî ji destê serokan kişand, ji destê kesî nekişand.
Li ser her
perçeyî her serokek bû pêxemberek
û her pêxemberekî
jî ji xwe re ometek afirand.
Pêxemberê min...
Pêxemberê te...
Ometa min...
Ometa te...
Li perçeyê bakur
ji mêj de ye deng û pêjna Apo nayê.
Deng ji alîgirên
wî yên bakur jî nayê.
Piştî şerê
hendekan, ew ruhê ”berxwedêr” têk çû û ”berxwedan” tevizî.
Dewlet çar gavekî
din bi nav kurdan de çû. Êdî piçekî din efendîtî û dagirkeriya xwe dixe nav
çavên me.
Li perçeyê başûr
mejî çolbeyar bûye.
Bi stratejîsistî
destkevtiyên heyî jî dike ji dest here.
Barzanî dev ji
serokatiyê berda.
Go, ”Ez pêşmerge
çêbûme, ez ê pêşmerge herim.”
De oxir be!
Lê wek ku ji vê
sloganê bêhna tolekê difûre.
Gir û rik ne baş
e, lê xuya ye em bibin çi jî, gir û rikê me jî bi me re dibe ew.
Tol!
Tolhilandin!
Tolhilîn!
Tolê ne bi
hev hilînin, tolê ji serê xwe yê bêaqil hilînin,
heger hûn
bi ser kevin jî serî yê tije aqil bibe.
Axir,
baş e ku
Emerîka û Israîl ji bo qûna xwe mabin, nahêlin-ew ê nehêlin Hasil here di Mûsil
re derkeve.
Li perçeyê rojava
carina roj hiltê, carina dihere ava, lê dîsa herî pir meriv li ber germa roja
wê xwe germ his dike.
Min berê jî
gotibû û ez ê dîsa bibêjim.
Siyaset karê aqil
e û siyasetmedarên Kurd dûrî aqil in.
Bi mentiqeke
gundîtî karê bajarvaniyê nabe.
Û serok ne muxtar
in.
Herweha qada
siyasetê, ne mazata pez û dewêr e.
Bi slogan û quretiyên
vala û bi megalomaniyeke ne hêja ye du quriş û nîvan meriv her tim dimîne li
pey hevalan.
Du gav pêş de, sê
gav paş de, meriv nagihîne mexsedan.
Û mutahîtino!
Bazirganino!
We Kurdistan têra
xwe û sed û yek bavên xwe talan kir.
Ji bo kursî û
desthilatiya xwe, ji bo qesr û qonaxên xwe, ji bo kêf û zewqa xwe, ji bo
konfora xwe û çêlik û çêçikên xwe, li ser xwîn û keda belengazan we têra xwe û
sed û yek bavên xwe dizî û dizî û xwar û xwar.
De êdî biqeştin
ji bêxîla van belengazan bikevin wîî!
Têbinî:
Ji Kurdan re
serokekî bê ol û bê îdeolojî divê...