Rojekê li gundekî girêdayî Farqînê axeyek nexweş dikeve.
Ew herêm bi ser axê de diqûrin; tu kes namîne ku naçe serdana wî…
Piştî hefteyekê gavanê gund Hemê jî nahletekê li çavê şeytên tîne û ber bi mala axê ve xwe davê ser teqleyan.
Ew herêm bi ser axê de diqûrin; tu kes namîne ku naçe serdana wî…
Piştî hefteyekê gavanê gund Hemê jî nahletekê li çavê şeytên tîne û ber bi mala axê ve xwe davê ser teqleyan.

Di dilê xwe de dibêje, “Bawerî bi mêrikê axe nayê. Qeşmerek têkeve bin fisa wî û di heqê min de bêbextîyekê bike, axêyê bibêje jixwe ew bênamûs nehatibû serdana min jî. Ew ê pihênekê li der qûna min xe, ez ê ji kar û şixulê xwe bimînim; zarokê min ê di qula xênî de ji nêza kîrê hev bimêjin…”
Hemê çawa dikeve hindur, daqûl dibe û bi çarpîka dihere nig axê, li ber bahlîfa wî li ser çongan rûdinê û stuyê xwe xwar dike.
Piştî li hal û ehwalê hev dipirsin û pê ve, Hemê gavan dibêje, “Axa derbasbûyî be! Xwedê şifayê bide… Çi nerehetîya te heye?”
Axe li Hemê dinêre, dibêje, “Kuro tansîyon e, tansîyon…”
Hemê gavan, şaş û ecêbmayî li hundirê çavên axê dinêre dibêje, “Îcar tansîyon çîye axayê min?”
Axa devê xwe dibe û tîne, dibêje, “Ew a ku carnan radibe û carnan jî dadikeve loo!”
Hemê gavan di dev de dibêje, “Wehh! Naxweşîya te û kîrê min wek hev in!