Min go:
"Qîza qereçî nabe xatûn" tu carî, ji qewla pêşiyan...
Û "her teyr bi refê xwe re difire" jî xweş e.
Pêşî û paşî bi hev re nameşe îro.
Lê xwezî mirov hay ji paşiya xwe hebe û pêş ve bimeşe.
Zahmet e, lê ne zor e.
Heger mirov paş ji bîr bike, wê nikaribe xwe bigihîne pêş jî.
Û kesên di navbera paş û pêş de dimînin jî, karê wan her tim paşûpêş dimeşe; du gav pêş ve, du gav paş ve, her li ciyê xwe dimînin.
Û qasî heq dikin qedir û qîmet bidin însên.
Heger na, wê xwe jî, we jî bilewitînin.
Dîsa jî, kî çawa bixwaze, kare weha jî bike-bijî.
Yekî yan yeke li ber stranên Emînê Erbanî dil bigire û di roja xwe ya herî romantîk de li ber stranên Emînê Erbanî qedeha şerabê ji evînê re noş bike, heqê me lê tune ye, em jê re bibêjin,
"Ma Emînê Erbanî û evîn?"
Belkî camêr an canik dema evîndar dibe tenê li reqsê difikire!!!
Hela! Hela!
Jixwe nav nivînan jî rengeke ji rengên reqsê ye.
Û evîna kurdan a herî pêş jî reqs e.
Wa ye dîsa bû qal û behsa "pêş"ê.
Le paş?
Haa berî hin zimanzan xwe aciz bikin û xwe li erdê xin, ez "le-lê" ji hevdu bidim veqetandin an bidim naskirin.
Yan jî, ez vê nivîsê bi vê mijarê nequrmiçînim.
Bila dengê gilî û gazinên min here seyda Enwer Karahan; bibore, seyda Enwer Karahan-î, bila ew were serê xwe ji bo min û we bi "le-lê"yan re biêşîne.
Jixwe meseleya "î"yê jî derket.
Çû ji min de weleh!
Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e.
Û...
Û...
Xetimîm!
Xwedê (ez pê nebawer im) jor bixetimîne, lê jêr nexetimîne.
Lê...
Le...
Lo...
A ev ji me kêm bû haa!
Îja loo!!!