Sosyolog Îsmaîl
Beşikçî gotiye, “Divê her Kurd mala xwe bike dibistana Kurdî û bi Kurdî
bixemilîne.”
Bêguman birêz Beşikçî wek dilêşekî Kurdan bi Tirkî di
konferansekê de weha dibêje.
Ez ne li wir bûm, lê li gorî agahiyên hatin guhê min, du
hezar kes anku du hezar Kurd li wê konferansê amade bûne û li birêz Beşikçî
guhdarî kirine.
Di nav wan du hezar kesan de anku di nav wan du hezar Kurdan
de ilhez Kurdîzan jî hebûne; ka çiqas ji wan Kurdîzan bûn ez nizanim, lê ilhez
nuha girseyeke mezin hebûye.
Mala birêz Beşikçî ava be ku pirê caran dilêşiya wî bûye
sedema Kurd bi Kurdîbûna xwe bihisin.
Lê jixwe wek zanistekî-akademisyenekî ev jî karê wî-erka wî
ye.
Zanistekî durist-akademisyenekî durist bi nêrîn û fikir û
helwesta xwe ya objektîf dibe zanist-akademisyen û xatir û qîmetê wî di nav
alemê de çêdibe.
Ji bo karê xwe-erka xwe bi duristî pêk aniye-pêk tîne, em
spasiya birêz Beşikçî dikin.
Herweha qasî fêda wî gîhaştiye civaka Kurdan, bi xêra
problemên Kurdan jî li derve-hundir qedir û qîmetekî mezin bûye para wî-qismetê
wî.
Lê ev jî rastiyek e:
Tespît û analîzên birêz Beşikçî ji tespît û analîzên Kurdekî
bêtir balê dikişîne-bêtir bi tesîr e.
Jixwe tespît û analîzên bi zimanê meriv xav in û bi meriv
balkêş nayên.
Kurdek pesnê Kurdî bide çawa ye?
Tirk-Ereb-Faris-Îngilizek bide çawa ye?
Bêguman fors û paye û hewa biyaneyekî ku pesnê zimanê meriv
bide bêtir e.
Û…
Piştî min got, “û” nuha hûn di ber xwe de dibêjin, “îja çi
bû?”
Bise ez qurteke qahwe ji qahweya di vîncana xwe de vexwim,
dû re ez ê dewema “û”ya xwe bînim.
Oxx û xweşş!
Tahma vê qahweyê nêzîkî orgazmê bû.
Hahahahaha!
Rebenên ku (bi taybetî jin) hîn orgazm tahm nekiribin ew ê
çawa têbigihên ez qala çi tahmê dikim?
Jixwe ji ber pirê me hîn negîhaştine tahma orgazmê, civak
tenê bi masturbasyonê bi xwe xweş tîne.
Berî qahweya min sar bibe, ez çend qurtên din vexwim.
Ku qahwe sar dibe, dibe kafirkeratî, nayê vexwarin.
Îmana min ji Icteayê anku aystiyê dihere.
Axir, ez di ku de mabûm?
Min gotibû “û” û ez sekinîbûm.
Na, ez ne sekinîbûm; min qurteke qahwe vexwar ji vîncana ber
xwe.
Mesela pirê caran bi zaneyî û qastî ez hin peyvan bi devokî
dinivîsim.
Wek nimûne:
Ji dêvla “Min got” dibêjim, “Min go”
Ji dêvla “Nizanim” dibêjim, “Nizam”
Û hwd.
Xortekî ku ew jî rojnamevan e, ji min nîvîsek xwest ji bo
hejmareke rojnameyê. Min jî nivîsek jê re nivîsî û di çend ciyan de min çend
peyvên weha bi kar anîn. Piştî nivîs çû ber destê wî û redakte kir, li min
vegeriya got, “Seyda, min du-sê peyvên te guherîn.” Min got, “Çima?” Got, “Te
ji hin peyvan tîp diziye” Min got, “Haya min jê heye.”
Lê herçend devok xweş bin jî, divê di edebiyatê de meriv li
standardîzeyê miqate be, ji ber ku pirê ciwanan dixwînin-dişopînin û hewl didin
wek meriv binivîsin.
Di heman demê de anku dema birêz Beşikçî li konferansê ji du
hezar kes anku ji du hezar Kurd re bi Tirkî qala Kurd-Kurdî-Kurdîtiyê dikir, li
devereke din jî li ser “Şivanê Kurmancan” û romana Kurdî konferansek li dar bû
û di wê konferansê de tenê du KURD hazir bûne.
Jixwe ji bo meriv xwe Kurd his bike hewce nake meriv bi
Kurdî zanibe.
Qahweya binê vîncanê sar bû, lê ez wê jî bi ser xwe dakim.
Oxx û xweşş!
Min ê bigota çi?
Dawiya êş û brînên me nayê.
Meriv nizane ji ku dest pê bike û wê li ku bisekine.
Ez bawer im, ev sembol“∞” ji bo êş û brînên Kurdan xweş
rûdine.
Ne dawiya êşên me tê, ne dawiya brînên me…
Û li Kurdistana min zulma Tirk-Ereb-Eceman ne bes bû, ya
Xwedê jî bi ser de hat.
Gotineke me yî xweş heye;
“Meriv bê Xweda dibe, bê xwedî nabe”
Xwedî dewlet e û em bê xwedî ne.
Encam:
Kurd hîn nebûne “K”ya Kurdiyê, radibin doza Kurdistanê
dikin.