Li gorî fikir û nêrîna wî ya civakî pir şerm bû em zarokên wî li ber destê hosteyekî bixebitiyana.
Cemîlê Hecî Hisênê Îsa bû û bi nav û dengê xwe, bi mêr û mêrxasiya xwe li mintiqê dengê wî olan dida; şûr simbêlê wî nedibirî.
Bi gotina wî,
Ji bavê kê zêde bû li ber wî bigota ez mêr im.
Di ferhenga wî de tirs ji xwe ditirsiya û tenê tirsê zanîbû tirs çi ye.
Rojekê li nav çarşiyê teqîn çêdibe û ew jî li qahweya ku jê re dibêjin loqalê rûniştiye.
Li derve vize viza guleyan e, her kes xwe ji ber xezeba guleyan diparêze; ji ber nav û esaleta xwe fedî dike wek hevalên xwe ew jî xwe ji ber guleyan bide alî.
Li gorî gotina wî, wê şevê zilaman ji tirsa guleyan xwe di bin maseya ew li ser rûniştî veşartibûn.
Wê şevê piştî derdor aram dibe û her kes li mala xwe vedigere, ew jî tê malê û ji Seadetê re anku ji dêya min re dibêje, "Heyfa navê mêran li ser zilaman..."
Li gorî nêrîna wî, helwesta zilamên xwe ji ber guleyan vedişartin, şaş bû.
Erê bi serê min û we, ew bavêkî weha bû û ez lawê wî yê ewil.
Zêdê pir zêde bi ser min de bû.
Çavên wî bar nedibûn li min binêre; ewqasî yanî.
De îja hûn bifikirin bê bi çi xezebê ji min hez dikir.
Li gorî nêrîna vî xweşmêrî diviya bû kesî zarokên wî li çarşiyê kar dikin nedîta.Tew îja boyaxa qunderan an jî ereboka destan...
Hevalên me yên zarok, hin ji wan xwedan sindoqeke boyaxê bûn, hin ji wan jî xwedan erebok.
Bi me wek kêfekê dihat.
Lê ne rojekê hişt em bi sindoqeke boyaxê şad bibin, ne jî hişt em fêkî û zebzeyên ciwanik an ciwamêrekî têxin ereboka xwe û bibin malên wan...
Tew kula herî mezin tatlî û gerandina tatliyan bû.
Hevalên me şemî û yekşeman ji bo xercana xwe ya dibistanê serê sibehan tatlî digerandin.
Em di ber bavê xwe de reş û şîn dibûn, nedihişt em tatliyan bigerînin.
Rojekê ji rojan bêyî ku ez destûrê jê bixwazim ber destê sibehê berî mele bibêje "Alah û Ekber" min ji mitbexê rahişt firaxekê û ketim kezeba rê.
Ez gîhaştim mala Gulê, min dît hevalên min berî min ketine dora xwe ya tatliyan.
Min jî xwe da bende dora xwe.
Bêhna şerbet û qetreya tatliyan hiş ji serê meriv dibir.
Ya rast, a me zarokan, ji tucariyê bêtir ji çilekiyan bû.
Xaltîka Gulê her ji deh tatliyan yek xwarina me dida me.
Te pêncî tatlî rakira, pênc para te ya xwarinê bû; sed rakira, deh...
Û Gulê, xaltîka Gulê.
Jineke rûken, delal û têra xwe jêhatî...
Li taxa me kesê ku Gulê nas nekira tune bû.
Gulêya tatlîcî...
Axir, em zarok li ser tutukan li dora wê niqreya ku tatlî tê de dipijiyan rûniştî li bende xwe û tatliyên xwe ne.
Piştî kêliyekê tatliyên me pijiyan; bi germî me li ser siniyên xwe kirin û me berî da malê.
Ku ez gîhaştim malê hîn nuh mele azan dida. rehmetî di xew de bû.
Dêya min bi hatina min re şiyar bû.
Siniya min a tatliyan danî ciyekî ewle û ji min re got, "Here ji xwe re rakeve, bi hilatina rojê re derkeve tatliyên xwe bifiroşe."
Ez çûm min serî avêt xewê.
Û piştî çend seetan ez rabûm, da derkevim piyasê tatliyên xwe bifiroşim.
Dêya min sêniya min anî, got, "Bavê te deh tatlî ji zarokan re hilanîne." Pereyên deh tatliyan jî xist bêrîka min û got, "De oxir be."
Bavê min ew tatlî ji zarokan re veqetandibû, da karê min zû biqede.
Ji zarokan bêtir li min fikirîbû.
Rehma Xwedê lê be!
Erê weleh min siniya xwe ya tatliyan danî ser serê xwe û xwe bera sikak û kolanên Qoserê da.
Lê çi fêde...
Mîna Şener Şen ku di fîlmê "Zugurt Aga" de dema gund firot, li qûn rûnişt û ji mecbûrî dest bi firotina zebze kir û fedî dikir bang bike, li min jî wer hat.
Ji qûna min nedihat ez bibêjim, "Tatlî... Tatlî... Werin tatliyan..."
Min û tatliyên xwe ro li xwe anî nîvro û taliya talî min tatliyên xwe giş firotin û min berî da malê.
Ez hatim malê ku hesabê xwe bikim, da kar û xisarê ji hev derxim.
Heqê panzdeh tatliyan li min kêm ket.
Zarokên Qezê şeytan bûn, tu nabêjî kê yek kiriye yekî jî ji paş ve yek-dudu dizî ye.
Rehmetî ji xêndî heqê wan deh tatliyan, heqê wan panzdehan jî da min û ew roj bû roja min a ewil û dawîn a firotina tatliyan.
Hesabê malê û sûkê li hev derneket û jiyana min a tucarî berî dest pê bike qediya.