25 Kasım 2017 Cumartesi

Cizba Bîra û Mûlida Kurmancî

Du meleyên Bismilî tayina wan derdikeve Tokatê.
Her du mele jî girêdayî Diyanetê ne anku karmendên-memûrên dewletê ne.
Eşref jî xortekî Bismilî ye, li Tokatê zanîngehê dixwîne.
Her sê welatî li Tokatê hevdu nas dikin û di navbera wan de destbirakiyek dest pê dike.
Şevekê her du mele ji acizî bi raterqa hev dikevin û berî didin mala Eşref.
Eşref jî Eşref e yanî; şeytan ji ber fiquriya wî berê xwe daye paş çiyayê Qaf.
Têra xwe fiqur, têra xwe melhûn, têra xwe mûdî û bêhawe...
Eşref mîna kevaniyeke ji wan kevaniyên Kurdan ên zemanê bav û kalan, pêşmala xwe li nava xwe digerîne û dikeve mitbexê. Ji her du mêvanên xwe yên îmana wan ji fîstanê li ser wan pak û paqijtir re mirîşkekê hûrhûrî dike, diavê binê beroşê; xweş dikelîne û dû re radiqelîne û bi ava goştê wê mirîşkê jî savareke mêrdînkî pê dadike. Li ber jî zeleteyek û sulhiyeke dew...
Heta her du meleyên me destmêj digirin û nimêj dikin, Eşrefê me li odeya lê rûdinin sifreya xwe radixe û şîva xwe datîne.
Eşref û mêvanên xwe dixirpişin ser şîvê, zikê xwe didin ber savar û goştê mirîşkê; têr dixwin.
Mêvanên wî li ser wê savar û wê mirîşkê qedeheke dew jî li eniya xwe dixin û bi qûnkişkê paşpaşîko ji sifreyê vedikişin, diherin pişta xwe didin bahlîfên xwe.
"Eşrefê hêja, destê te sax be. Xwedê bi ber destê miriyan gihîne. Pir xweş çêbûbû."
"Erê bi Xwedê, ji jinekê xweştir çêkiribû, zalimo! Ji mêj de ye min şîveke weha bi tahm nexwaribû."
Her du mele bi dor a dilê xwe dibêjin û dilê Eşref şad dikin.
"Ez xulamê seydayên xwe me. Ez gelekî şad im ku ji we hêjayan re xizmetê dikim" dibêje û sifreya xwe radike, Eşref.
Axir, piştî şîvê çaya xwe vedixwin, civata xwe digerînin, dibe dereng.
Eşref destûrê ji wan dixwaze ku wan li malê bihêle û ew here mala hevalekî xwe.
Her du mêvan li hev dinêrin, wek ku ji hevdu re bibêjin, "Ev ji ku derket?"
Eşref dibêje, "Seydayên min, ez her şev bîra vedixwim. Heta ez bîra venexwim xewa min nayê. Lê li hizûra du şexsiyetên wek we îmana wan temam bêhurmetî ye; loma jî hûn li vir bin, ez ê herim."
Her du mêvan li çavên hevdu dinêrin, kêliyekê nizanin ew ê ji hev re çi bibêjin.
Piştî wê bêdengiya bi qasî bêhnekê, yek ji meleyên me dibêje, "Na heyran, nere, tu yê ji bo me çima şerpeze bibî. Em ne xerîb in. Emrê me ji Xwedê re. Here bîrayên xwe bikire bîne û vexwe."
Li ser gotina wan, Eşrefê me dizîvire; ku pişta wî dikeve wan, bi awayekî mizawirî di bin simbêlan de dikene. Û derdikeve derve.
Piştî nîvseetekê kîsikekî naylon î reş, çend şûşe bîra di binî de dikeve hundir ,Eşrefê me.
Dihere li hember mêvanên xwe, eniya xwe dide eniya wan û rûdine.
Şûşeyekê ji xwe re vedike, du şûşeyan jî ji wan re vedike û dibe datîne ber wan.
Her du meleyên me şaş û metelmayî li hevdu dinêrin. Wek ku ji xwe re bibêjin, "A ev ji me kêm bû"
Eşref li rewşa wan dinêre, zane mejiyê wan li bin guhê hev ket.
Dibêje, "Ez xulamê we me, şaş fêhm nekin. Jahrtêketa bîrayê bi tenê nayê vexwarin. Xwe bi xwe meriv vedixwe wek şeytan bi meriv bikene, ne xweş e. Bila li ber we be ji bo ez li cem xwe wer his bikim ku em bi civatî vedixwin.
Her du mêvan dengê xwe nakin.
Eşrefê me vedixwe û her du meleyên me jî bi dilbijandinekê lê dinêrin.
Piştî demekê, her du meleyên me li Eşref dinêrin, li şûşeyên ber xwe dinêrin, nikarin bi xwe û ji hev re dibêjin bi gulpekê du gulpan dinya xera nabe û radihêjin şûşeyên ber xwe.
Gulpek...
Du gulp...
Sê gulp...
Mazûvan û mêvan bi hev re şûşeyên xwe diqedînin û dest bi şûşeyên duda dikin.
Ku şûşeyên duda xelas dibe, Eşref ji mêvanên xwe daxwaz dike mûlida Kurmancî bixwînin.
Serî li her du meleyên me germ bûye.
Û yek ji wan dest bi mûlidê dike û direqînê û Eşref û meleyê din jî davên ber hevalê xwe û xwe li ber dihejînin.
Û cizb dest pê dike.
Her cara ku tê ciyê nakaratê, her sê bi hev re dibêjin,
-Esselaaat û esselaaam, esselaaat û esselaaam, eleyke ya resûlelah
-Esselaaat û esselaaam, esselaaat û esselaaam, eleyke ya resûlelah
Û şûşeyên xwe li hev dixin û noş dikin.
Mazûvan û her du mêvan heta dudê şevê vedixwin.
Piştî demekê her yek li ciyê xwe di xew re dihere.
Dibe sibe ku Eşref şiyar dibe, çi bibîne? Her du meleyan xwe li nava hev pêçane û xurexura wan e.
Eşref hêdîka radibe ser xwe dihere tuwaletê dimîze.
Ku vedigere odeyê lê dinêre her du mêvan şiyar bûne.
Eşref di nig de vedigere, derbasî mitbexê dibe da ji mêvanên xwe re taştê hazir bike.
Piştî çend deqeyekî sênîka taştê di dest de ku vedigere odeyê, lê dinêre pêjn û berateya her du meleyan nexuya ye; revîrevî reviyane...