Sedema hemû şer û pevçûnên dinyayê Xwedê ye.
Û Xwedê wek darikê fesadiyê her kes bera ber hev daye.
Kî li ku kê zevt bike, hesabê Xwedê jê dipirse.
Ji hemû xwedahezan xwedahezên herî ehmeq, biborin herî xwedahez, kurd in.
Ya rast, di her warî de kurd ji dil in û ji çi hez bikin ji dilê dil hez dikin.
Kî çiqasî ji welatê xwe hez dike?
Nizanim.
Lê kî bi çiqasî welatê xwe difiroşe?
Ez zanim.
Hûn jî zanin.
Le kurd?
Na wîî!
Kurd hîç wext welatê xwe nefirotine, nafiroşin, ji ber ku derdekî wan î bibin xwedî welat tune ye.
Bijî biratiya gel mel û pelan!
Bijî enternasyonalîzma ku hîn kurd nebûne nasyonal!
Însanan Xweda çêkir, an Xweda însan çêkirin?
Ez zanim-nizanim.
Lê Xweda bû agir û ket hundirê însanan.
Li rojhilata nêzîk û navîn, her kes ji bo Xwedê yê din dikuje. Û yê din jî yê din...
Kî dibêje kurd nezan in?
Ew ne rind û nezanin.
Ji ber ku em çi dikin bi zaneyî dikin.
Û kuştin jî rengekî fateziyan e.
Bê fantezî, jiyan bêtahm û nexweş e.
Min go heya rojhilatî Xwedê nekujin, destê Xwedê ji pêxîla wan nakeve û wê her bikujin-bimirin û bibin agir û rojhilatê bişewitînin.
Di esasê xwe de, Xwedê bi zaneyî me bera ber hev dide.
Çima?
Ez ê bersiva vê pirsê bi awayekî zanistî bidim, lê divê ez berî vê bersivê herim bimîzim bi awayekî mîzmîzokî.
...
Ev her sê xal anku nuxte, nîşaneya navberdana ji bo mîzê bû.
Em vegerin meseleya xwe.
Belê...
Wexta Xweda biryar da dinyayê ava bike, hîn Pîsagorê matematîkzan nexuliqî bû, loma jî tam hesap nekir ka her ji bo çend metrekareyan çend însan divê?
Bi eletexmînî çavên xwe girtin û devê xwe vekir, go "etehyato çawa lê hato" û strart da xebatina febrîqeyê.
Bi şev û roj febrîqe xebitî û bi dehan, sedan, hezaran, milyonan, milyaran însan çêbûn.
Pirê caran li ber çeqeçeqa dengê febrîqeyê rebenê Xwedê di xew re çû û loma jî bêyî ku hemû program li wan bê barkirin gelek însan bi defo pengizîn û li nêzîka herî nêzîk a dinyayê belav bûn ku îro em ê jê re dibêjin rojhilata nêzîk.
Yanî bi kurt û kurmancî, ji bo Xwedê xwe li hember însên sûcdar his neke, dest bi paqijiyeke bi vî rengî kiriye.
Em karin bi jargona apociyan ji vê kiryara Xwedê re bibêjin "ozeleştirî" anku xwerexne...
Kurd çi dixwazin?
Nizanim.
Jixwe ji bo em zanibin çi dixwazin, divê ew xwe zanibin.
Û mixabin ew xwe nizanin, lê her kes bi wan zane.
Beşek musliman e.
Beşek alewî ye.
Beşek kakaî ye.
Beşek êzîdî ye.
Beşek zerduştî ye.
Beşek cihû ye.
Beşek xwedanenas e.
Û bi ser de jî wek zêdeyiya ser kezebê, beşek jî ji mirîdan re mirîd e.
Û Kurdistan bar kir çû û nema, ji qewla Kerîmo.