21 Kasım 2017 Salı

Belawelabûn

Ev serê panzdeh rojan e min lêvên xanimekê tahm nekiriye.
Ez bi xwe zanim, wexta bi ser panzdeh rojan dikeve, wek tirimbêla bêbenzîn li min tê; sar, bêdeng, cirnexweş, hêrsokî, agresîf û aciz…
Û deng û pêjna kesekê jî nedihat.
Min berê xwe da mesincerê(Messenger), min got hela ka bê silavek-kelamek ji xanimekê tune ye. Min li deriyê mesengerê kir gurmînî; çend peyam hatibûn, lê ji navên wan xeyal tevizîn, hêvî şikest.
Ji ber ku ji peyamên hatibûn navekî mê tune bû, min jî eletexmîn ji yekê dest pê kir.
Ferîd Mîtanî, Sernivîserê Buyerpressê peyv bi peyv weha nivîsiye:
”Seyda, bila hemî demên we xweş bin!”
Ji mêj de ye ji meseleya ”we-hûn”ê aciz im.
Ew ciwanik-ciwamêrên ji bo qîmet-xatir-hurmetê ji dêvla “te-tu”yê “we-hûn” bi kar tînin, bi mentiqa zimanekî din qîmet-xatir-hurmetê didin kesên li hember xwe, lê berevacî vê, zimanê xwe jî bê qîmet, bê xatir, bê hurmet dikin.
Axir, ez vegerim ser mijara xwe û Ferîd.
Nuha Ferîd ê bibêje, “Meriv ji Ereban re nebêje merheba”
Lê ez ne Ereb im.
Belê, Ferîd piştî wê silav û demxweşiyê ji min daxwaz kir ku ez ji bo wan nivîsekê binivîsim.
Ez fikirîm û fikirîm û dîsa fikirîm…
Ez bawer im, li ser Ferîd, bibore li ser daxwaza Ferîd ji min daxwaz kiribû, nizanim çend kêliyan fikirîm, lê baş zanim, ez baş fikirîm.
Min got, “Ferîd heyran, ev serê sê-çar mehan e li Mêrdînê me û ji ber mêrdîniyên ne biaqil û ne dîn, ez jî bûme nîv biaqil û nîv dîn. Tevî vê nîvbiaqilî û nîvdînîtiyê ez hin karên biaqilane ji bo biaqilan dikim.
Nuha haziriya kitêba xwe ya nuh dikim.
Her ji çend rojan, bi dor;
ji Lotikxaneyê re dinivîsim,
ji Rîataza re dinivîsim,
ji Rewanbêjê re dinivîsim.
Ka ji birayê xwe re bibêje, ez çi bikim?”
Ferîd sekinî, sekinî, sekinî û gotineke dîrokî kir.
Got, “Seydayê Devliken, hey maşale!”
Ma dibû piştî vê maşaleyê min ji vî xweşmêrî re bigota na?
Jixwe min jî negot na.
Lê min ê çi binivîsiya?
Haa! Berî jibîrkirinekê, ciwamêr şertek jî da ber min. Lazim bû gotinên nivîsê ne kêmî şesedî û ne jî zêdeyî hefsedî bûna.
Ma nizam, ev gotinên li jor min kirin jî dihesibin?
La hewle wela!
Meriv ji yekî bêsînor daxwaza bi şesed-hefsed gotinî hûnandina mijarekê bike.
Îja carinan mijar ji mijarê dizê.
De ka ez bi mijarekê xwe li nav mijaran biqewimînim.

Bismilahûrehmanûrehîm!

Mijar Yek:
Xwendin baş e, lê divê meriv ji xwendina xwe fêhm bike.
Xwendina ku tesîrê li dilê te, li hestên te, li nêrîna te, li kesayet û helwesta te neke, ew xwendin ne xwendin e, himaltiyeke beradayî û quretiyeke megalomanî ye.
Û mixabin, pirê “zane”yên me tenê dixwînin; dil, hest, nêrîn, kesayet û helwest bi ber bayê xwendinê-zanînê nakevin.
Û çi tê serê vî miletî, ji ber van xwendeyên nexwende tê serê vî miletî.
Divê sîstem an civak an desthilatî ne robotan, însanan biafirînin.
Bawer im, ji ber kontrola robotan ê di destê meriv de be, heger meriv bixwaze robot jî kare ji van xwendeyên nexwende baştir bin.

Mijar Dudu:
Xwezî her kesî karê xwe bikira.
Wek nimûne:
şivanan şivantî,
gavanan gavantî,
muxtaran muxtarî,
hunermendan hunermendî,
nivîskaran nivîskarî,
siyasetmedaran siyasetmedarî,
jinan jintî,
mêran mêrtî bikiraya.
Û serê civakê bi kultureke bermeqlûb tev li hev nebûya.

Mijar Sisê:
Kes qasî Kurdan pesnê xwe nade, lê Kurd hîn nebûne Kurd.
Kurdî behr e, lê Kurd nebûne masî.
Du Kurd bi hev re bi Kurdî dipeyivin, lê wexta dibin sisê, çar, pênc, bi zimanê dagirkerî ji hevdu fêhm dikin.
Û bi wî zimanî jî dîsa propagandaya Kurdayetiyê dikin.
Kurdî…
Kurd…
Kur…
Ku…
K…

Mijar Çar:
Kesên durist û dilsoz ji desthilatdariyê pirrrr dûr in.
Û heta durist-dilsoz neyên ser text, Kurd nabin xwedî bext.
Û bext jî nebe, text textik e.
Û textik jî ji bo çend kurtêl nan tim di firneyan de dişewitin.
Bext…
Text…
Textik…

Mijar Pênc:
Îmaj û terza min.
Her ji du-sê rojan carekê ez porê serê xwe didim ber jilêt û gwîzanê.
Ez nahêlim tayên por serê xwe rakin.
Serîhildana por, ez bi terzeke stalînîst û bi hişmendiyeke hîtlervarî têk dibim.
Lê hêdî hêdî zivistan tê û di serma û seqemê de serê rût û zelût ne karê aqil e.
Lê dil heye li hember serma û seqemê bi serê rût û zelût serî hilde.
Berxwedan,
serhildan jiyan e hey hey,
serhildan jiyan e…

Mijar Şeş:
Navê Xwedê û pêxember xweş!