1- Kurdistan ê çi wext serbixwe bibe?
a) Ne di dema vî Xwedayî de.
b) Ne di dema Xwedayê pişt vî Xwedayî de jî.
c) Piştî mirina vî Xwedayî, lê bi şertê ev Xweda jî
bêzuriyet bimire.
d) Kurdistan ne xema kesî ye.
2-“Kurmê darê ne ji darê be dar narize” wateya vê biwêjê çî
ye?
a) Dar ji mervantîya kurman aciz e.
b) Çavê kurm li darê dibire.
c) Kurm bêfesal e, nan û xwêya wî li ser gûzika wî ye.
d) Kurm dost û dijminê xwe ji hev nas dike.
3- “Sê caran wê maç da min, sê caran wê lêv da min, sê caran
wê çav da min” Ciwan Haco ev stran ji bo kê gotiye?
a) Eyşika Ereb
b) Pîra Fatê
c) Hulya Awşar
d) Emîna Sadûno
4- Kê nav li Evdî kirîye?
a) Keça xaltîka wî
b) Jina wî
c) Dêya wî
d) Bavê wî
5- Silêman ji bo çi bi xwas digere?
a) Sola wî tune ye.
b) Sola wî heye, lê qêmîş nake wê têxe pê.
c) Naxwaze bêhn ji nigên wî bê.
d) Zivistan e, binê sola wî qul bûye.
6- Hemdîn çima bê paşnav e?
a) Ji ber ku tim û tim pêş ve dehere.
b) Firk ketîyê stuyê wî, nikare li paş xwe binêre.
c) Nasnameya xwe wenda kiriye, paşnavê wî nayê bîra wî
d) Hemdîn bê bav e.
7- Zarok çima digirîn?
a) Ji ber mezinên xwe fedî dikin
b) Ji xwarina şîr aciz bûne, doza xwarinên din jî dikin.
c) Bin xwe edem dikin, dêyên wan bi ser wan de diqîrin.
d) Dêyên wan ji xwarina fasûlîyan hez dikin, loma jî zarok
dinepixin û ditengijin.
8- Bilbil ji gulê re çi dibê?
a) Ez ya te me, tu ya min î.
b) Hezar heyf ku ez li ser te distirêm.
c) Ez ê nema bi bêhna te bixapim.
d) Ji îro û pê ve, ez li mala xwe, tu li mala xwe.
9- Dik ji bo çi azan dide?
a) Qayîşê bi mele re dikşîne.
b) Ji bo xwe têxe çavên mirîşkan.
c) Dilê wî heye albumekê derxe.
d) Dê û bavê wî dengbêj in loma.
10- Mirîşka kumiksor ji bo çi dike qareqar?
a) Xwedî kêr daye ser stu.
b) Dike hêk bike.
c) Ketîye menopozê.
d) Mêrê xwe di ser mirîşka kumikreş de zevt kiriye.
11- Stranbêj Beytocan gava strana dibêje çima xwe dihejîne?
a) Ji kêmqawetî.
b) Ji bêedebî.
c) Ceriyan pê digire.
d) Canê wî dixwre.
12- “Gurî gurî qaqa, serî bi simaqa” ji bo çi hatiye gotin?
a) Li ser serê kesên gurî simaq şîn nayê.
b) Simaq serê gurî dişewitîne.
c) Gurî gelekî ji simaqê hez dike.
d) Gurî ji simaqê aciz e.
13- Jin doza xwe û çi dikin?
a) Ji ber mêrê pîs aciz in.
b) Dixwazin mêr jî zarokan bînin.
c) Dixwazin du mêran bînin.
d) Ne yek jî.
14- “Dengê defê ji dûr xweş tê” wateya vê biwêjê çi ye?
a) Ev bêbextiya Heynderê Aşiq e.
b) Reqsa li ber defê ne tu hawe ye.
c) Sed metroyî dûrî defê bireqisin.
d) Ji bo şabaşa defvan neyê dayin.
15- Elok û Aliya çiyê hev in?
a) Pismamê hev in.
b) Ne tiştekî hev in.
c) Elok ji ezbeta Aliyevan e. Ji bo li Azerbaycanê doza
desthilatdariyê neke, terkîwelat bûye.
d) Aliya navê stranek Elokê ye. Minak: “Elo Elo
AAAlllîîîyaaa!”
16- Sofî Brahîm gava radikeve rîha xwe çi dike?
a) Dixe bin lihêfê.
b) Kevnekî lê digerîne.
c) Wê serbest berdide.
d) Wê li hev dipêçe.
17- Serê Xeto çima ber jêr e?
a) Ji bênamûsî.
b) Ji xwe re li pera digere.
c) Pozê wî xwîn jê diniqute, naxwaze edem bibe.
d) Serê wî ji qûna wî girantir e.
18- Misto çima xwe dicivîne ser hev?
a) Mîzê zor dayiyê.
b) Serma girtiye.
c) Dike fisekê bike.
d) Hundir teng e, cî ji hevalê xwe re çêdike.
19- Kûçik çima li ser dêla xwe rûdine?
a) Ji bo kes dev dêla wî neke.
b) Têdigîhêje ku tişt ji xerabiyê dernakeve.
c) Lêborînxwestin e.
d) Xwe qure dike.
20- Qurequra beq ji ber çi ye?
a) Birçî bûye.
b) Dil girtiye.
c) Hinek wî di avê dadike.
d) Zikêşî bûye.
21- Pisîk bera mişk dide û mişk jî ji ber direve. Pisîk li
ku wî bigre ew ê wî bixwe. Mişk di cî de disekine û li pisîkê dizîvire.
Gelo mişk ji pisîkê re çi dibêje?
a) Ji kerema xwe re çavên xwe bigre heta ez xwe vedişêrim.
a) Ji kerema xwe re çavên xwe bigre heta ez xwe vedişêrim.
b) Bes bera min bide, bêhn li min çikiya.
c) Tu belasebeb bera min dide ez ne mişk im.
d) Ez rê bi ser qula xwe naxim, gelo tu karî alîkariya min
bikî?