20 Kasım 2017 Pazartesi

Bext-Ûjdan-Text

Li gorî mîtolojiya olî, xwedê şeytan ji êgir afirandiye û ew kiriye sermilyaket.
Dû re, rûniştiye, rabûye, raketiye, şiyar bûye, lê di xew de xewnek dîtiye. 
Rabûye ji xwe re bi heriyê kerpîç çêkiriye û bi wan kerpîçan ji bo xwe xaniyek lêkiriye.
Piştî xaniyê xwe qedandiye, têra qorê dîwarê hewşekê herî ji ber maye.
Pişta xwe daye xênî, berê wî li heriya erdê û fikiriye, hey fikiriye...
Sîh û sê demsal di ser re derbas bûne.
Bi zelqkirina çivîkeke bêedeb re vediciniqe, çeng dibe ser xwe. 
Di ser xwe re li jor dinêre, çi bibîne? 
Qîje qîja çivîkekê ye li dora serê wî dihere û tê. Bêyî ku were bîbkirin ji çivîkê re dibêje, "Min di wê qûna te yî bi zelq niyhê! Ma te tu der nedît, te hat li ser min ev zelq kir!"
Radibe ser xwe, zelqa niqutiye ser xwe paqij dike û ber bi heriya xwe ya li erdê hişk bûye ve dihere.
Ew li heriyê, herî li wî dinêre.
Herî li erdê mîna du seriyan xuya dike.
Dû re li xwe hayil dibe ku mîzê zor dayiyê.
Û bi ser wê heriyê de dibe pije pija wî dibeliqîne dimîze.
Bi qudra xwedê re anku bi qudra wî re, ew mîz çawa dipejiqe ser wê heriyê, ew herî tev dilive.
Û Adem û Hewayê çêdibin.
Sedeqelahulez!
Bi vê rastlêhatina ilmî û biyolokîmyewîk xwedê şaş û ecêbmayî dimîne.
Û roj bi roj hezkirina wî ya li Adem û Hewayê qat bi qat zêdetir dibe.
Adem û Hewayê jî dest bi qûnalêsiya xwedê dikin û roj bi roj şeytên li ber çavê xwedê reş dikin.
Rojekê ji rojan xwedê dişîne pey şeytên.
Şeytan tê nig wî û serê xwe li ber ditewîne, bi çongan dihere erdê, li ber wî şujde dibe.
Xwedê jê re dibêje, "Ji nuha şûn de xatir û qîmetê tu didî min tu yê bidî Adem û Hewayê jî. Te go erê?"
Şeytan pir hêrs û aciz dibe, dibêje, "Jan bi serê te û bi serê wan qûnalêsên te bikeve" û lê dixe dergeha wî terk dike.
Ew roj ev roj e, şeytan li dijî qûnalêsan şerê serhildan û berxwedanê dike.

Û Ridwan Dîlmen...
Futbolîsê tirk ê qûnalês ku ji ber zîrektiya wî ya futbolê nasnavê wî kiribûn "Şeytan Ridwan" xwe kir qurbana nasnavê xwe û li dijî serhildêr û berxwedêran ket nav refê qûnalêsan.

Şeytan, sembol û nîşaneya zîrekî û jîrbûnê ye.
Ji xwedê re gotiye, "Ez ji xêndî te li ber kesî serî danînim û şujde nabim; ji ber ku tenê tu tu yî û kesî nakim tu. Te ez ji êgir çêkirim, tu radibî ji min re dibêjî here li ber van xwelîseran serî bitewîne û bibe şujde. Ne tu bî û ne dergeha te be" û lê dixe him dev ji sermilyaketiyê berdide, him jî dergeha wî terk dike û derdikeve rêwîtiya zanînê.

Şeytan Ridwan, Arda Tûran, Bûrak Yilmaz, Acûn Ilicali, Mûrat Boz û gelek qeşmerên mîna we...
Li ser pişta xelkên bindest û belengaz hûn bûn xwedayên pere û koşk û milk û qesran, lê îro ji ber tirsa qûna xwe û bêşexsiyetiya xwe ku derdê we parastina berjewendiyên we yên ji we jî biçûktir in, hûn pişta xwe didin qesra Erdogan.
Hûn bûn lîstikvan...
Hûn bûn hunermend...
Hûn bûn navdar...
Lê mixabin hûn nebûn kes-şexs û şexsiyet.
Û ne ruhstîn, ûjdanê we yê ruhê we bistîne.
Ji roja sekratê re sê tir û nîvê kerê mane.
Û...
Ji şeytên hez bikin.
Ne ji şeytên bûya, îro em ê hemû wek mîhên bêmejî li pey qûna xwedê, serê me di ber me de, mîna Ridwanan, Ardayan, Bûrakan, Acûnan, Mûradan biçêriyana...