Li welatê nezaniyê mejî karê bêaqilan e.
Û ker li keran siwar dibin, meriv nizane kî “ker” e, kî kerê
ceh li ber e?
Mejîfiroş pir in, lê mejî ji esrarê bi qîmetir e li ber
deriyê dikanên Nezanîstanê.
Ehmeq bi ehmeqiya xwe ehmeqiyê şêrîn dikin bi hevdu.
Û ehmeqî nîşaneya nezaniyê ye li Nezanîstanê.
Ez ehmeq…
Tu ehmeq…
Ew ehmeq…
Em ehmeq…
Hûn ehmeq…
Ew ehmeq…
Û bi ehmeqî hewl didin bi ehmeqan welatekî azad bikin.
Ehmeq û azadî!
Ehmeq jixwe ehmeq in, le azadî?
Azad ji azadiyê tê û li welatê ne azad, azadê azadiyê tenê
li zarokan tê kirin.
Hoo Azado!
Tu azad î, yan welatê te?
Ne azad azad e, ne welatê Azad azad…
Azad li azadiyê dihulkume li sînorê welatekî ne azad.
Û azadî pê de diteqe,
Azad azad azadî dibe û ne xêrê ji xwe, ne ji welatê xwe
dibîne azad.
Gelo em
berê Azad azad bikin, an Azad ji ehmeqiyê rizgar bikin?
Azadî ehmeqiyê dikuje, yan ehmeqî asteng e li pêşiya
azadiyê?
Azad li welatekî ne azad hewl dide azadî û ehmeqiyê bi hev
re azad bike, lê azadî ji Azad aciz e ji ber ehmeqî û nezaniya Azad.
Êê?
Kê ev nav li Azad kir?
Kesê ev nav li Azad kir azadî nas dikir û ev nav li Azad
kir, an xwestibû bi navê Azad azadiyê di dilê neazadan de gur û şên bike?
Wê çaxê divê em Azad bişînin ciyê berê û wî kesê Azad li wir
bi cîh kiribû bibînin bê çiqasî azad bû, yan jî hay ji azadiyê hebû wexta tovê
Azad li malzaroka Azad de bi cîh kir?
Ev ne priblema me ye.
Ev problema Azad e.
Pêwist e Azad ewil ji xwediyê xwe, dû re ji Xwedayê xwe
bipirse.
Yanî madem Azadê ehmeq hay ji navê xwe tune bû, çima
neketiye pey navê xwe, da ku berê navê xwe, dû re xwe, û herî dawî jî welatê
xwe azad bike?
Diyar e, Azad jî komployeke entegretîk î asîmlasyonastîk e.
Bi xweşbûna navê azad hewl dane Azadan tenê di nav de azad
bikin û ew Azadina xwe azad his bikin.
Li Nezanîstanê nezanên mejîfiroş bi ser ketin an na?
Erê, bi min, bi ser ketin.
Me azadî nas kir, lê tenê di nav de…
Navê me Azad e, lê ne em azad in, ne welatê me azad.
Ji bo em azad bibin çi divê?
Zimanekî azad…
Miletekî azad…
Axeke azad…
Kurdistaneke azad…
Piştî Kurdistan azad bû jî,
Ez ê bibim azad…
Tu yê bibî azad…
Ew ê bibe azad…
Em ê bibin azad…
Hûn ê bibin azad…
Ew ê bibin azad…
Û di şûna ehmeqî û nezaniyê de wê tovên azadiyê bireşin bibin
azad…
Ez ê piçekî paş ve vegerim û pirseke din ji Azad bikim.
Azad!
Heger tenê navê te azad be û tu ne azad bî, azadî tenê xwexapandin
e li welatekî ne azad.
Ji bo xwe navê xwe azad bike, Azad.
Û bi eşqa azadiya navê xwe, ewil xwe, dû re bi azadkirina
xwe welatê xwe azad bike, Azad.
Azad!
Azad!
Azad!