Û ez bi xwe pir ji dînan jî, pir ji qereçîyan jî hez dikim.
Mêrdîn, Mêr-Dîn...
Ê qey ev ne tesaduf ango lihevrasthatin e.
Dîno xwe li min girt û ber bi min ve hat. Ez jî ji qewla xwedênehiştekê, li meydana qebraxan rûniştibûm. (Ji meydana azadîyê re dibêje)
Axir, Dîno li min nerî, li min nerî, xweş bala xwe da min.
Got:
-Devliken, êdî kes ne wek xwe ye, haa! Ji meleyan pîç û weldizne derdikeve, ji dînan jîr û biaqil, ji hin qorucîyan welatperwer û ji hin şoreşgeran jî pûşt û dumbuk derdikeve. Lê ez rica dikim, tu yê kekê xwe şaş fêhm nekî. Tu mîna nêrîyekî yî, her direşînî. Belkî nuha derdor li serê te yê dazlaq, li rîh û simbêlê te yê gijomijo û li van guharên te dinerin, dibe pistepista wan û te diricimînin, lê bi telaq tu pispor û profesor û feylesof î. Û bêehlaqîya te jî, şaş fêhm neke, Devliken. Erê, bêehlaqîya te jî ji ehlaqê van kîrquzdêyan pir pak û paqijtir e.
Min got:
-Dîno, ez kîrê te di jina wan kim ên ji te re dibêjin dîn. Ne ez, tu yî pispor û profesor û feylesof, kuro.
Got:
-Ê ne min ji te re gotibû, gelek kes ne wek xwe ne, haa!
Rabû ser xwe, xatir ji min xwest û qîyame bû. Çend gavek avêt neavêt, min ho kirê:
-Dîno, Dîno!
Fitilî, di ser stuyê xwe re li min nerî.
Got:
-Kerem bike, nêrîyê bi ser serê xwe de direşîne!
Ez kenîyam.
Min got:
-Nahlet li Şeytanê te neyê! Kuro wê simala keskesor ji serê xwe deyne, vê kelekela germa havînê tu yê di binçav de perîşan bibî.
Got:
-Ji bavê xwe bêminet in. Dema min disekinînin û dibêjin, "Ev çi ye?" ez dibêjim herin febrîqe û atolyeya wê bigirin, dû re werin cem min.
Populîzm nexweşîyek e û hayê nexweş ji nexweş çênabe ku nexweş e.
Xêr û guneh ne di stuyê me de, lê ji bo populîzmê her kes dikare her tiştî bike; êdî em hew dizanin em ê ji kê bawer bikin û ji kê bawer nekin.
Doh,
Osman Taşdemîr li ser pişta jina Selahettîn Demîrtaş, Başak Demîrtaşê xwe xist rojevê û bi rojan raya giştî û çapemenî li ser wî peyivîn, ciwamêr populer bû, êdî her kes wî nas dike û şwîr nema simbêlê wî dibire.
Bi îhtimaleke xurt jî di demeke nezîk de em ê wî wek fîgur û aktorê hereketeke sîyasî bibînin.
Ka îja hesabê malê û sûkê li hevdu derkevin, dernekevin, nizanim.
Îroj jî,
Bedel Boselî xwe xist rojevê û ji Osmên re bû reqîb.
Wek min got, xêr û guneh ne di stuyê me de, ciwamêr got HDPKKyî gefan li min dixwin, bi kuştinê min tehdît dikin.
Ev jî îdeayek e. Çi rast çi derew, ew û bextê xwe...
Lê li bazara kurdan, kîloya populîzmê ji kîloya xîyaran erzantir bûye.
Gotina Dawî
Eşîrên sed sal berê ne eşîrên îroj in. Û bi hilweşandina ruhê êşîrtîyê, sitûna kurdî jî şikest, mixabin.
Gotina Herî Dawî
Maqûlî, li ber derîyê dewlemendan bûye hestîyekî nîvkelî!