24 Temmuz 2023 Pazartesi

lozan

Got:
-Tu çîroka çilvirî dizanî?
Got:
-Na weleh.
Got:
-De îja ka rûne, guhê xwe miç bide min, li min guhdarî bike: 
Jin û mêrek hebûne. Her du yan jî bi xwe de dimîst.
Dikin nakin nizanin bê ka ew ê çawa xwe ji vê mîzê bikin.
Axir, bi hev dişêwirin û dibêjin ka em ê bi dor li ber hev nobetê bigirin.
Li hev dikin û dibe şev.
Ewil mêr radikeve, jin radibe li ber wî nobetê digire.
Seetek... 
Du seet...
Hêdî hêdî kîr xwe dilivîne û li mêr rep dibe. Çawa ku niquta mîzê bi serê kîrê mêr dikeve nakeve, jin hişk xwe çend dike kîrê wî û destê xwe lê dipêçe. Bi xeyd dibêje, "Min tu zevt kirî!" Mêr ji xewê çeng dibe ser xwe û dihere dimîze.
Piştî vedigere, ji jina xwe re dibêje, "De ka îja dora te ye, tu rakevî!" 
Vê carê jin serê xwe datîne ser bahlîfe û radikeve. Mêr jî li ber serê wê rûdine û nobetê digire.
Seetek...
Du seet...
Jin dibeliqîne û mêr destê xwe dide ser quzê wê, lê mîz di nav tilîyên wê de dide der. Tilîyên xwe digihîne hev, mîz di nav tilîyên wî yên din de dide der û pijînî pê dikeve; êdî ne mumkun e li ber quz bibe bend, mîz di nav tilîyan de mîna şurikên nîsanê xurt diavêje.
Jin çeng dibe ser xwe, şîyar dibe. 
Li mêrê xwe dinere ku mêr her du destên xwe danîne ser quzê wê, lê dîsa jî pijîna mîzê ye di nav tilîyan re diavêje. 
Dibêje, "Çi bû, çi bû?"
Mêr dibêje, "Weleh çilvirî, êdî ez hew dikarim bigirim!.."

Îja heyran!
Yê me jî, her tiştê me çilvirîye.
Eşîr cilvirîne; ji serekên wan bigirin heya gavanên wan, bawerî mirîye. Kî bi ber kê bikeve, diçilvirînin hev!..
Civak çilvirîye; ne ehlaq maye, ne nirx û hêjayî mane, ne jî adet û kevneşopî û edeb. Û jixwe bext ji mêj de mirîye!..
Sîyaset çilvirîye; hemû sîyasetvan bûne oportunîst, ji bo telîsek pîvaz dikarin hemû prensîbên xwe bifiroşin, ne sekn bi wan re maye, ne helwest!..
Huner û edebîyat çilvirîye; karakter û kesayet bi hunermend û nivîskaran re nemaye; kurtêlek, hestîyek li ku be, ji bo bi dest bixin, bi hev re dikevin pêşbazî û qayîşê!..
Dîn çilvirîye; destê me li ser qûna me, bitirs em di ber mizgeftan re derbas dibin. Çîrok û çîrçîrokên ji bin hişê van dîndarên terişî diafirin, Xweda bi xwe jî li wan dimîne heyirî û ew jî ji mecbûrî bawerîya xwe pê tîne!..

Gotina Dawî
Û ev hemû teresî, encama Lozanê ye, mixabin.