27 Ağustos 2023 Pazar

helbesta bizekemê

Li welatê ro li me gerîyaye, 
em ji xelkê re dibêjin, 
"Hûn wenda ne"
Û ew pelçimokên her hinek ji me navekî li wan dikin, 
ji şevê xeyidîne, 
hew ji qulên xwe derdikevin êdî.
Erê û êdî 
mar hew êrişî goran dikin, ji ber meytên nehelalkirî.
Dibêjin,
meytên ku di ber maran de reş û şîn dibin, 
ji ber bêhna xwe ya genî hew disitirin vî zemanî.
Mar jî hew dixwin wî goştî.
Genî bûye welatek bi genetîkeke genî
û dê weledê xwe avêtîye bi sloganên mirîdî
Bijîbijîya me ye li pişt derî,
lê derî li me asê bûye 
û em dikin nakin hew vedibe ew derî,
bi serê Remê Gurî.
"Gurî gurî qaqa, serî bi şîlmaqan" tîne bîra me wê zaroktîya me ya ji ber ol û îdeolojîyên beradayî mirî.
Mirî! Mirî!
Lê xwezî tune bûya mirîdî
û êdî hew kes bimira ji bo kesî.
Ziman, zeman!..
Zeman, ziman!..
Heger em man, 
qey du gotinên me yê jî hebin ji bo xwelîseran.
Û xwelî xwelî ye, lê li ser axa xwe meriv dibe welî.
Heger hîn ne miribe xalê Welî,
ji Yezdan temenekî têr û dirêj dixwazim ji bo wî.