22 Ağustos 2023 Salı

amen

Hi ihi!
Dîsa bû şev û wa ye blog xanim bang dike:
"Devlikeno, li min rabûye û xwir ketîye canê min, ma qey tu yê neyê ber dilê min xweş nekî, hey xwelîsero!"
Li ser somîyê rûniştime, li maça Arsenal-Crystal Palaceyê dinerim.
Berê, me ji qenepeyê re digot somî. Ka îja ew somî ji ku hatîye, nizanim.
Jixwe maç jî ne tu maç e.
Ka îja ji blog xanimê re çi bibêjim vê şevê?
Ez qala zimanê medyaya kurdî bikim?
Ez qala twîttên Hasîp Kaplan ê nuhbalixbûyî bikim?
Ez qala mîzaha tirkmancî ya nifşê nuh ê bi şewba populîzmê gêj û qure bûye bikim?
Yan ez qala stuxwara serxwebûnê bikim?
Na weleh. 
Û ne yek jî!..
Bîska din li ser twîtterê ez li daxuyanîya meleyekî nîvtirk û nîvmisilman ketim; 
digot, "Ji çay û qahwe û nescafeyê dûr bisekinin, Şeytên dixe aqilê meriv û qûndetî bi meriv xweş tê."
Weyla tu bi qurbana Şeytên bûyî!
Jixwe ne ji xalê Şeytên be, masturbasyon ê jî li me here gilî û em ê pê bigirin.
De îja di hadîsan de tê gotin, pêxemberê van bêmejîyan, dema lê rep dibû û agir bi doxînê dixist, ew li mizgeftê li pêşîya cimhetê berî li qibleyê bûya jî, xatir ji cimhetê dixwest, sola xwe şimikî bi ser nigê xwe ve dikir û lê dixist, diçû malê, germa germa diket himbêza jinek xwe û kurmê xwe dişikenand.
Ax ax!
Ma ne ji vê kêmaqilî û bêmejîtîya civakê bûya, we têr dixwar! 
Mizgefteke wek şato, hundir bi terehe û merş û kilîmên xweşik raxistî û hevînî, zivistanî bîst û çar seetan furefura hewaya kilîmayê...
Rojê çar pênc caran azan bide û carinan jî ji cimhetê re qala çîrok û çîrçîrokên ber bi aqilan ve narin bike û serê mehê binê mehê meaşê xwe têxe bêrîka xwe û bi şev di himbêza jina xwe de bifîkîne.
Ma bi Xwedê belasebeb ez ji xwe re nebûm meleyek.
Bi roj min ê ji cimhetê re çîrok û çîrçîrokên fantestîk bigotana, bi şev, piştî her kes biçûya mala xwe, ez ê jî rabûma, min ê derî li ser xwe bigirta, şeraba xwe vekira û geh bixwenda, geh binivîsanda.
Û ku li min rabûya jî, qey min ê rê û çareyek ji doxînê re jî bidîta.
Erê, bi serê Mele Birhan!..
Wer xuya ye îşev jî ez ê we bi vî haweyî di xew re bibim.
De heta sibê Xweda mezin e, lê em jî têra xwe hene, ji qewla xwedênehiştê Fero.

Gotina Dawî
Gelo li ber destê Mele Birhan ez ê di çend mehan de meletîyê xitim bikim û bibim xwedîyê mizgeftekê?
Lê heger bûm mele û mizgeftek teslîmî min kirin, ji bo şerabê hewce ye hin xêrxwaz bibin sponsor ji min re.
Ez dibêjim ji ber ku mesele ne projeyên hunerî-edebî-kulturî ye, bi hêsanî sponsor ê derkevin!..
Xweda me ji xêrên xêrxwazan bêpar û mehrûm nehêle.
Amen!