14 Ağustos 2023 Pazartesi

seadetê û ahmet kaya

Carinan her roj, carinan jî ji du rojan carekê ez telefonî Seadetê dikim, li hal û ehwalê wê dipirsim. Bêguman çi hewadîsên di tûrikê wê de hene, yek bi yek ji min re dibêje.
Vê sibehê, wek her car dîsa min telefonî wê kir; di ser taştê de bû. 
Êdî ew jî li gorî modeyê dimeşe, telefona wê jî androîd e. Li ser telefona wê tîktok jî barkirî ye û her weha whatsapê jî bi kar tîne, xanimê.
Piştî me li hal û ehwalê hev pirsî, got, "Li cem we hewa çawa ye?"
Min got, "Weleh wek tu dibînî, ewr e û hênik e. Dema meriv pîqut/pîvala derdikeve derve, meriv dicemide."
Ji germa leçeka serê xwe danîbû. Porê wê yê hinekirî sor dikir.
Got, "Erê weleh, kêf kêfa te ye. Ez rabim ji Xwedê hez bikim, qedrê wî bigirim, di ber wî de xwe perîşan bikim, lê li vir di bin vê germê de ezabê cehenmê bikişînim, bişewitim û ew jî rabe ji kafirekî wek te hez bike û vê havîna cehenemî li te bike bihar!.. Weleh min tişt ji vî îşî fêhm nekir."
Min got, "Seadet, here aveke cemidî vexwe, tu yê hênik bibî."
Û Seadetê dest bi strana Ahmet Kaya ya "Bû ne yaman çelîşkî anne" kir...

Gotina Dawî
Xwedê got, "bixwînin!" û me jî xwend, lê me ji xwendina xwe fêde nesitend!..