"Yê vî şerî bi dawî bike, sax nahêlin."
Bi we, birêz û sayin Ocalan xwestîye çi ji me re bibêje?
Ez bi xwe dizanim, lê gelo mirîd jî dizanin lê ew ê xwe li mirîdî deynin?
Ango
dixwazin bizanin?
"Kanya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan." pîrejinekê li şwîna mirîyekî diavêt ser mêrê xwe û dilorand.
Mîna îslamê,
yên quranê dixwînin, xitim dikin, dibin xwedanenas ango ateîst;
yên quranê naxwînin û hayê wan ji bayê felekê jî tune jî dibin dîn û dîndar û kirasê xwe diçirînin.
Apocîtî jî eynî wisa ye.
Yên îdeolojîya apocîtîyê dixwînin, nas dikin û hayê wan ji sekn û helwest û fikr û nerîn û vîzyona Apo çêdibin, dibin muxalîf,
yên îdeolojîya apocîtîyê naxwînin, nas nakin û hayê wan ji sekn û helwest û fikr û nerîn û vîzyona Apo çênabin jî dibin mirîd û difirin.
Şehmus Dîken wêneyê xwe û Aram Tîgran li ser twîtterê par ve kirîye û li ser wêne weha nivîsandîye:
"Hükmetmendê mezin Aram…"
Ez dizanim xwe şaş kirîye. Û ez dizanim qasî min û we Şehmus Dîken jî dizane hunermend binivîsîne, lê...
Erê, divê em bên ser meseleya "lê"
Ka kerem bikin em bi hev re herin li rûpela Şehmus Dîken a twîtterê binerin bê di twîttên xwe yên tirkî de- jixwe kêm zêde hemû bi tirkî ne- çend peyv, gotin, nav şaş nivîsandîye?
Ne mumkun e,
lewra bi qasî li hemberî zimanê tirkî nazik û hesas û kubar in, li hemberî zimanê kurdî ne weha ne, ev zîhnîyet.
Loma jî,
li ku hûn pêrgî bêhurmetîyeke wan hatin, texsîr nekin, qûna wan bidin tavê.
Û jixwe vî zemanî li welêt jî tişt wek tavê tûj tune ye!..
Ewil bi zimên lîstin, dû re destdirêjîya kulturê kirin, herî dawî jî nîyhan zîhnîyetê, serî li civakê kirin eşûre.
Xwendineke xav...
Zanîneke pûç...
Modernbûneke çewtomewto...
Û têkçûyîneke mezin.
Carinan li ser medyaya sosyal ez pêrgî hin vîdeoyên kulturî têm; bi taybetî jî vîdeoyên dawetan.
Jinên ku bi feminîzm û wekhevîîzmê serî li wan bûye sûka sobecîyan, di govendan de, xwe jî dihetikînin, govendan jî...
Bi bedeneke nîvtazî,
carinan serê govendê dikişînin, carinan jî derdikevin pêşîya govendê û bi tena serê xwe li hemberî daholvan sîng û berên xwe xweş dileqînin; pêsîr dilewliqin.
Wê kêlîyê, rebenên pêsîran bi şewba azadîyê dikevin û ji bo serî li ber xwedîya xwe ranekin, xwe diavêjin bextê hevdu, bi zor hevdu distirînin; ji bo ji bin kirês nefilitin û girêza çemekî bi ser devê mêran nexin, bi zorê xwe bi hevdu dişinînin.
Û dû re jî gazinan dikin,
"Çima mêr wek objeyeke seksê li me dinerin?"
Na.
Ne sûcê mêran e, jixwe bi vê sekn û helwestê hûn ji mêran re dibêjin,
"Em obje bi xwe ne!"
Gotina Dawî
Xweda kesî ji aqil neke!