26 Ağustos 2023 Cumartesi

mele û yasînê dîn

Ji derve tenê pêjna beq û req û çirçirkan dihat; heger ne ji wê senfonîya beq û req û çirçirkan bûya, te yê sûnd bixwara tenê şênîyek jî di gund de nemaye; gund ketibû xewa mirinê.
Hecî Hemo û hecî Nofê jî li odeya klîma tê de, xurexura wan bû, raketibûn. Televîzyona vekirî ji weşanê ketibû, li ser ekraneke tazî tenê dikir tûtetût, tûtetûteke bi guhan ve radipelikî.
Hecî Nofê xwe tev da û bi xwe hisîya. Fitilî hêla hecî Hemo, niqurçî wî.
Bû gimegima hecî Hemo, bi zorê şîyar bû. Çavên xwe firkandin, devê wî mîna qaçika bizinê ji hev çû.
Hecî Nofê got:
-Rabe sibeh e. Here ji xwe re destmêj bigire, were nimêja xwe bike û dîsa rakeve. De de de! Rabe nahletekê li Şeytên bîne. Tişt ji xewê dernakeve.
Hecî Hemo di şibakeyê re li derve nerî û dû re wek tu ji dîwêr re bibêjî, li hecî Nofê ho veneda. lihêf kişan heta binya çenga xwe û bi dengekî mirarokî got:
-Ma Mele azan da?
-Dengê wî nehatîye min, lê wa ye tarî gêj bûye.
-Na na. Ez ê rakevim. Kengî mele azan da, ez ê rabim destmêj bigirim.
-La hewle wela! De tu bi kêfa xwe yî.
Hecî Hemê serî avêt xewê û hecî Nofê jî rabû ser xwe, çû destmêja xwe girt, nimêja xwe kir û vegerîya ket nav nivînên xwe, serî avêt xewê.
Bû sibeh, ro bejnekê bilind bû û hecî Hemo hêdî hêdî di nav nivînan de xwe tev da. Hecî Nofê berî wî şîyar bûbû.
Hecî Hemo çawa çavên xwe vekirin, kes li dorê tune ye. Bû himehima wî:
-Hecî Nofê! Hecî Nofê!
Hecî Nofê, li hewşê li ser tifikê şorbe dabû ser êgir. Bi himehima hecî Hemo xwe li hundir qewimand:
-Çi ye, Hecî? Çi qewimî? 
-Keçê, ne Mele azan da, ne jî dengê dîkê me hat. Weleh nimêja min li min çû.
-Ê min ji te re got li kerê Şeytên siwar neyê, rabe ji xwe re nimêja xwe bike, Xwedê ji te razî! 
-Keçê min got bila mele azan bide, ez ê rabim, lê ne Mele azan da, ne jî deng bi kezebperitîyê dîk ket. Ez çi bikim! Jan bi serê dîk keve. Hela mele azan neda, kê nîyha te?
Hîn her du hecîyan diavêtin ber hev, nevîyê wan Şewket bi rev xwe li derîyê hewşê qewimand û derbasî hundirê xênî bû. Bêhn lê çikîyabû. 
Hecî Nofê bi awirên tije metirsî li Şewketo nerî, got:
-Şewket! Kuro lawo! Çi qewimîye? Te bêhn li xwe çikand! Hela bêhna xwe veke, berxê min.
-Kalo! Pîrê! Mele! Mele!.. Mele mirîye, Mele!..
Hecî Hemo û hecî Nofê ziq man li Şewketo nerîn, wek tu kwîzek av bi ser wan dakî, sar sekinîn.
Hecî Hemo got:
-Wehh! Çawa mirîye, kuro? 
Şewketo got:
-Dibêjin hinekan jahr dayîyê!
-Îja jahr! Kuro ma kûçi...
Devê xwe tije kir, lê xelas nekir:
-Tobe estaxfûrûllah!
Hecî Hemo rabû ser xwe, kincên xwe li xwe kirin û derket, ber bi mala muxtêr ve çû. 
Berî têkeve sikaka mala muxtêr dengê xirecirekê ket guhan. Xwe li dengê xirecirê girt. Deng ew ber bi mala Yasînê Dîn ve dibir. Ku gîhaşt ber derîyê hewşa mala Yasînê Dîn, gundî hemû li ser serê Yasînê Dîn kom bûbûn.
Hecî Hemo xwe li qelebalixîyê girt û lezand. Çi bibîne!
Yasînê Dîn hemû dîkên gund girtine, ew kuştine û di ber wan de çarmêlkî rûniştîye, wan diperitîne.
Hecî Hemo di ber xwe de got, "Kuro min got deng ji dîkê me nehat! Demeg..."
Fitilî ser muxtêr, got:
-Muxtar, Şewket got hinekan jahr daye mele, mele kuştîne!..
Muxtar bi dev û lêvan bila hecî Hemo bir ser Yasînê Dîn. Hecî Hemo li xwe zîvirî, li Yasînê Dîn nerî. Yasîn jî ximexima wî bû, pê ketibû, perîkên dîkên kuştî dirûçikandin. 
Muxtar got:
-Ma tenê mele!
Hecî Hemo got:
-Hela hela! Ê nabêje min ji bo çi ew kuştine, law?
Muxtar got:
-Hema ji te çêtir tune ye, Hecî. Ka jê bipirse bê çima kuştine?
Hecî Hemo xwe di ber du zilaman re rakir, piçekî din xwe nêzîkî Yasînê Dîn kir, got:
-Kuro Dîno! Çima te ew kuştin law? 
Yasînê Dîn serê wî di ber wî de perîkên dîkên xwe yên kuştî dirûçikandin. Bêyî ku serê xwe bilind bike û li hecî Hemo binere, got:
-Her şeveq ji ber qarewara wan xew li min diherimî, ma çi heqê wan li min heye her şeveq her şeveq rabin biavêjin ber hev û min aciz bikin, hi ii!
Hecî Hemo destê xwe avêt kumê xwe, kumê xwe ji serê xwe kir û serê xwe, cîyê weşîyayî xwirand, got:
-Kuro Dîno, te ev dîk kuştin kuştin! Te çima meleyê reben kuşt, lo lawo? Ma mele çi bi te kiribû?
Yasînê Dîn bi hêrs destê xwe avêt gurzek perîk, ji sînga dîk rûçikand, got:
-Hahew! Ma jixwe her tişt ji bin serê wî quzjingê mele derdiket. Xeta xwar ji gayê pîr de ye. Yê serê govendê dikişand mele bi xwe bû. Radibû dest bi azanê dikir, dû re dîkan jî li wî dinerîn û wan jî diavêtên ber wî û bi hev re dikirin qarewar, guh ji min dikirin. 
Serê xwe rakir, li Hecî Hemo nerî û di bin simbêlan de kenîya:
-Îşev, ez ê ji xwe re têr rakevim.