Axir, piştî rêwîtîya du sê rojan ez gîhaştim qonaxa xwe ango Stenbola xopan.
Di eslê xwe de mîna teyrekî bêhêlîn im, her tim dixwazim li ser rêyan bim û rêwîyê rêyên ne dîyar bim; her rêwîtîyek naskirina rêyeke nuh e û ez ji xwenuhkirinê hez dikim.
Divê em xwe nuh bikin,
lewra zeman diherike û bi herikîna zemên re meriv kevn dibe heger meriv jî xwe neavêje ser baskê zemên.
Pitir pêr li Dinêsera ku hin kes jê re dibêjin Tilermen, hin kes jê re dibêjin Qezê, hin kes jî jê re dibêjin Qoserê bûm.
Li Daktîlo Kultur Sanatê ez û Doktor Husên Duzen, keça Doktor Husên- bila li min bibore, navê wê nehat bîra min- Evdela Baqî, Evdilayê her tim Abdullah Ocalan tîne bîra min, Hilda Helîme, Siûd xoce û gula civatê, keçika Evdilayê me yê her tim Evdila Ocalan tîne bîra min Nûjînê rûniştin û me heta derengê şevê civatek gerand.
Nûjîna biçûk a hîn jî bi şewba tirkî û tirkîyetîyê neketîye, bi meraq û balkêşî li me guhdarî dikir; carinan di himbêza bavê xwe de, carinan jî di bin maseyê de...
Ev serê deh duwazdeh salan e ez û Doktor Husên li ser medyaya sosyal hevdu nas dikin, lê cara ewil me rû bi rû hevdu didît. Ji bo min jî, ji bo wî jî cîyê kêfxweşîyê bû.
Min got, "Doktor, tu pisporê psîkolojîyê yî, tu psîkîyatr î û tevî te em kurd hemû nexweş in. Heger sibê Kurdistan azad û serbixwe bibe, hewce ye em hemû kurd pêncî salî di rehabilîtasyonan de rehabilîte bibin. Ka bala xwe bide rewş û tenduristîya me, heta ji qerf û mîzaha me jî girî difûre."
Kenîya;
di bin wî kenî de êş û jan û hesreta welêt a bi salan li ser awirên wî kon vegirt.
Got, "Loma navê te Devliken, paşnavê te Kelogirî ye."
Em kenîyan!..
Heta derengê şevê civata me xweş gerîya; geh bi haweyekî devlikenî, geh bi haweyekî kelogirî, lê piştî ew qas gilî û gazin, Doktor fitilî ser min, got, "Devlikeno, te berê tivinga xwe bi rewşenbîr û hunermend û nivîskaran ve kirîye û te li ser wan girtîye û girê daye, tu li wan direşînî, ma qey sûc û gunehê vî miletî hîç tune ye?"
Min got, "Doktor, hesab bike milet li ber sekratê ye û kês û taqet pê re nemaye ango mirîye, ka bibêje em berê xwe bidin kê ji bo çare û çareserîyekê? Ma ne stara miletekî rewşenbîr û hunermend û nivîskarên wî ne!.."
Û min lê zêde kir, "Gilî û gazinên min ne ji bo kurdan e,, Doktor, gilî û gazinên min ji bo kurdî ye."
Welat, çi qasî bi êş be jî, heqê me tune ye em wî di nav êşa wî de tenê bihêlin, welatper(e)werino!
Li welêt tu devê kê vedikî, dibêje ez ê herim Ewrûpayê.
Ma ne ji bo bi haweyekî azad û bêminet em li welatê xwe bijîn, em dibûn şoreşger û şervan û me şer bi dagirkeran re dikir.
Em tî man, em birçî man, em girtî man, em sêwî man, em mirin, birîndar bûn, em bûn qaçax li ser axa xwe; xanîyên me, gundên me, bajarên me li ser serê me xera kirin, lê destê me li axê negerîya em wê tenê bihêlin û biterikînin.
Êê?
Çi qewimî?
Çi guherî?
Mixabin, lê bi genetîka me lîstin û êdî em ne em in!..
Em bûne mîna cinê ji hesin ditirse.
Em ji tîbûnê ditirsin, em ji birçîbûnê ditirsin, em ji dijminên xwe ditirsin, em ji xwe ditirsin, em ji sîya xwe ditirsin, em ji hev ditirsin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
kurdên doh ji mirinê mezintir, îroj ji kurtêlekî nan biçûktir in.
Weletperwerî out!
Kurtêlperwerî în!
Min tu carî wek pîşe ango sinhetekî pereanînê li nivîskarîyê nenerî; nivîskarî her tim ji bo min bû karakterek bi xwe.
Û meriv nikare xayintîyê bi karaktera re xwe bike.
Heger wek pîşe ango sinhetekî pereanînê min li nivîskarîyê binerîya, ji hesasîyetên xwe bêtir min ê guh bida hesasîyetên civakê, lê ez hesasîyetên xwe di ser hesasîyetên civakê re digirim û bi wan hesasîyetan ez bi haweyekî hur û azad û serbixwe dinivîsînim.
Dema meriv li gorî hesasîyetên civakê binivîsîne, meriv li ser serê civakê dibe qureyekî sexte û durû, lê dema meriv li gorî hesasîyetên xwe binivîsîne, meriv dibe XWE û vî zemanî kêm kes xwe ne, mixabin.
Gotina Dawî
Xwe ango xwebûn barekî giran e lê ji bêkarakteran re;
lewra ji bo kesên bikarakter wek mûyê tu ji mêst bikişînî!..
Û qelem sîya karakterê ye.