-Bila meriv li ber helehela garisan be, lê ne li ber zarokên biçarpîyan be!..
Li hin herêman ji bo zarokên werê "marfetisîn" jî tê gotin.
Bi kin û kurmancî,
Seadetê ne neheq e; piştî demekê xulqê meriv ji zarokan re tune ye. Ew enerjîya wan a zêde meriv pert û perîşan dike.
Xweda sebrê bide dêyan!..
Got, "Here ji min re pedekê bikire. "
Ez rabûm derketim derve. Piştî meşeke ne pir kin û ne pir dirêj ez gîhaştim marketekê. Ketim hundir. Min çavê xwe gerand lê min nedîzanî kîjan e! Kasîyera jin, jina sergirtî li min nerî, texmîn kir ez di erênayê de me.
Min got, "Ped, ped dixwazim!"
Wek ku li ber neket. Pozê xwe qermiçand.
Min got, "Berquzk berquzk!"
Got, "Wîî! Paçikên quzan!"
Min rahişt pakêta xwe ya paçikên quzan û derketim derve. Berî ku du sê gavan biavêjim, dîsa vegerîyam. Min derî vekir û serê xwe di ber derî re dirêj kir, li hêla kasîyerê nerî. Bi çiqîna derî re jixwe ew jî li paşvegera min hayil bûbû.
Min got, "Paçikên quzan pir orjînal e" û kenîyam...
Got, "Ne orjînal, resen resen!.."
Wek ez li kerê bikevim lê di eslê xwe de ker tune be û meriv bi xwe xweş bîne, li min hat.
Paçikên quzan!
Lê...
Berquzk jî têra xwe orjînal e.
Pardon!
Resen e!..
Gotina Dawî
Nêvîyê zimanekî ji navan pêk tê û ji nêvî bêtir navên me bi erebî û tirkî ne, mixabin.
We got şoreş?
Şoreş ji meriv dest pê dike!..