Çi ye ew?
Dewlet û xwedan dewletbûn.
Heta hûn ji bo dewletbûna xwe sekn û helwestekê nîşan nedin, kes ê bi çavekî cidî li we nenere û we cidî negire.
Xanimekê li ser twîtterê gazinên tije quretî dikir.
"Çima bilêtên konserên Mem Ararat bi kurdan buha tên?"
Û berdewam dike...
"Ma çi yê starên kurdan ji starên tirkan kêm e?"
Ez bibêjim:
Ew xwedan dewlet in, em jî sêwî ne li ser axa xwe!..
Kêfa min ji xapandinê re jî nayê, ji xwexapandinê re jî nayê.
Û mixabin xwende û zanayên kurd- ka îja bi zaneyî ye yan bi nezaneyî ye- dixapin jî, dixapînin jî.
Sekn û helwest!
Ax ax, sekn û helwest!
Ji ber nebûna vê sekn û helwestê, em tenê dûvik in ji dagirkerên xwe re.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ne sextekar bin, ne jî çavê xwe ji sextekaran re bigirin.
Heger serê we yê jî bifire, ji rastîyan re bibêjin rast e û biparêzin; ji şaşîyan re jî bibêjin şaş e û li dijî wan derkevin.
Hîn jî hin ciwanik û ciwamêr ji wê çîroka PKKyê ya romantîk bawer dikin û ji wan heye ev çîrok bira jî romaneke neqedîyayî ye.
Erê, roman neqedîyaye, lê em qedîyan, em diqedin, mixabin.
Xwedê giravî PKK bi armanc û mebesta serxwebûnê ava bû, dest bi têkoşîn û berxwedanê kir, lê bi zemên re ji wê armanc û mebest û meqseda xwe dûr ket.
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Lo lawo!
Ji roja roj de PKK çîrokek bû, çîrokeke xapandinê.
Û bi ser ket!
Bi mebest û armanca serxwebûnê keç û lawên kurd li xwe vehewandin û dû re hêdî hêdî ew dan ber kêran; yên mayî jî jardadayî kirin, xwe bi xwe bûn dijminên xwe; ne mirin, ne jî sax man, li ser axa xwe perpitîn mîna mirîşkên serjêkirî.
Ziman çû!
Kultur çû!
Erf û adet û kelepûr çûn!
Zîhnîyet çilvirî!
Genetîk xerab ket!
Ma hewce ye ez ji we re wê çîroka xapînok bi haweyekî kitekit dehbare, sedbare, hezarbare bikim ji nû ve?
Jixwe êdî mû bi zimanê min ve hat!
Û ne bi xwe re dibînim, ne jî hewce ye!..
Gotina Dawî
Û tew piştî ew qas sosret û karesat û bobelat hîn jî hin heval hêvî û daxwaz dikin PKK li meqsed û armanca xwe ya destpêkê vegere.
Min got,
doh meqsed û armanc çi be, îroj jî ew e.
Û PKK bi ser ket,
bi ser ket,
bi ser ket!..