Hêdîka bi dengê vekirina derî re Turkolog Tuncer Gulensoy çavên xwe ji ser hev rakirin. Li ser nivînan veketî, Mele li ser wî quran dixwend; di ser Mele re jî Ruhstîn...
Ruhstîn di bin simbêlan de kenîya û xencer ji kalanî kişand.
Ricifandinekê seranserê bedena Tuncer dîl girt; hew mabû zirav pê de biteqe, wecyê wî reş xeniqî.
Ji nişka ve bi kurdî dengê Melê di guhan de kir zingînî.
Serê xwe kil kir, nebû.
Çavên xwe kutan ser hev, nebû.
Dev li lêva xwe ya jêrîn kir, nebû...
Kurdî di guhan de olan da.
Ruhstîn devê wî ji hev kir, destekî xwe li zimanê wî pêça û bi destê din bi xencerê ziman ji kokê de jê kir.
Qarewara wî û xwendina Melê mîna senfonîya beq û reqan di hundirê odeyê de olan da.
Ruhstîn xwe daqûl kir, devê xwe xist guhê wî û got:
"Bi salan te hewl da bi teorîyên xwe yên beradayî kurdan ji kurdî bixeyidîne û kurdî tune bike, lê va ye emrê te têra kurdî nekir û te pê girt.
Lê berî ez te bişînim hêla dinê, ez ê du sê gotinan bibêjim û tu jî guhdarî bike û gotinên min bike guhar û têxe guhê xwe."
Turkolog bi haweyê erê bike, serê xwe kil kir. Û Ruhstîn berdewam kir:
"Binere berxê xalê xwe!
Koka kurdî ew qasî di kûr de ye, ne tenê zimanê te, zimanê te û zimanên hemû tirkên wek te bibin tevir û bi qasî dirêjayîya emrê neteweya te, bi wî tevirî hûn bikolin jî, hûn ê xwe negihînin koka wî zimanî.
Tanriyê we tirkan û Allahê ereban bi xwe dema derdikeve hizûra kurdan, xwe wek Xweda dide naskirin; nabêje ez Tanri yan jî Allah im.
Û ez bi xwe jî, ew ez ê ku bi heybeta wî, zimanê te di devê te de hişk û ziwa dibe û hew dimîne zirav di hundirê te de biqete, ji ber qudret û heybeta kurdî, ez newêrim li nav kurdan navê xwe yê rastîn bibêjim û wek Ruhstîn ez xwe didim naskirin.
De îja temîya min li te, li hêla din bi şaşî bila ji devê te nefilite û ji yên ber derî re nebêje ez tirk im.
Bi Allahwekîl ew ê te tirek bikin û bikutin te!"
Dest û nig li Turkolog Tuncer pûç bûn, çav lê sist bûn û xwest bipeyive, lê çav li zimanê xwe yê di destê Ruhstîn de bû ket, deng jê derneket.
Ruhstîn doxîn li xwe sist kir, bi ser wî perçeyê zimên de mîst û dîsa ew perçe bir bi dewsa wî ve zeliqand.
Ji ber ku qirik lê ziwa bûbû, çend niqut mîza ku li ser zimên mabû, daqurtand û zor da xwe bipeyive. Bi zorê zimanê wî gerîya, got:
"Dêya min jî kurd e!.."
Ruhstîn di bin simbêlan de kenîya, got:
"Xeman nexwe, li hêla din ew ê bavekî kurd jî ji te re peyda bikin..."