24 Haziran 2022 Cuma

kurd batkan

Îroj ji sibehê heta êvarî, li ser medyaya sosyal ew vîdeoya wî sêlekê tirk hebû.
"Kurd batkan!"
Hetiketî!
Xwelîserî!
Belengazî!
Hîn jî em li bende ne tirkek rabe were destê xwe li ser serê me bigerîne û ji me re bibêje, "Eferim!"
Hîn jî gotina tirkekî ji sed û yek gotinên me biqîmettir e.
Hîn jî li hemberî tirkan em stuyê xwe xwar dikin û bejna xwe ditewînin.
Û hîn jî me toqa nahletê ji stuyê xwe dernexistîye; hîn jî...
Ma qey heta tirkek ji we re nebêje hûn însan in, hûn ê xwe însan nehesibînin?
Kurd batkan!
Kurd batkan!
De bira jî kurd batkan kurd batkan bûya...
Û sosret û qebheta herî mezin jî;
ew gebgebeyên sermezin û mejîbiçûk ên xwe wek xwende û zana û sîyasetvan û sîyasetzanên kurd dibînin, hew mabû bi gotina vî zarokî bask bi wan ve şîn bibe û bifirin.
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!
Êdî aqilê xwe ji kîsê xelkê derxin!

Gotina Dawî
"Kurd batkan" bi qasî Erdogan, Kiliçdaroglû, Bahçelî û Akşenerê kurd e, bi qasî Erdogan, Kiliçdaroglû, Bahçelî û Akşenerê tirk e.