Doh min ji Çîxdemê bihîst; ya rast li herêma Mêrdînê pir li kar e ev biwêj lê Çîxdemê ji nû ve anî bîra min.
Weha ye, mixabin; heger nigên meriv ji axê qut bibin, ax ceza li meriv dibire.
Ev nêzîkî salekê ye ez neçûme welêt, min pê li axa welêt nekiriye.
Belê...
"Kê dinya dot? Ê kirî û firot!"
Ka bala xwe bidin cihûyan bê ev biwêj çi xweş li ser bejn û bedena wan rûniştîye.
Ciwamêran li seranserê dinyayê li ser axa her welatî kirîn û firotin ji wan tê pirsîn.
Loma jî...
Bi wê jîr û zîrekîya xwe dinyayê didoşin, nêr û mê bi hev re!..
Gelo hîç hûn difikirin bê ew tiştên hûn li ser twîtterê dinivîsînin hûn ji kê re dinivîsînin anku ji bo kî bixwîne hûn dinivîsînin?
Hûn hemû hest û hîs û fikirin xwe li vir dinivîsînin pir wextan...
"Roj baş."
"Ez ê li filan muzîkê guhdarî bikim."
"Ez rabim ji xwe re qahweyekê çêkim."
"Metika min mar pê ve da, jê re dua bikin."
"Şev baş."
"Xewa min hat, şeva we bimîne xweş."
"Min ji xwe re van kêtêbina kirîn. Ez nizanim ji kîjanê dest bi xwendina wan bikim."
"Zimanê kurdî pir dewlemend e lê kurdîya min têrê nake ez xwe îfade bikim."
Û gelek gotinên din ên bi vî rengî...
Baş e...
ev tiştên hûn dinivîsînin xema kê ye?
Kî dixwîne û çi li we zêde dibe?
Hûn kî ne?
Çima hûn ew qasî dikevin çav xwe û xwe li ber çavê xwe mezin dibînin?
Ew egoya we ya heft wehş jê têr dixwin hûn kwîr û kerr û gêj kiriye.
Herin li ber mirêkê rawestin, li hundirê çavên xwe binerin û bi ser xwe de biqîrin û bibêjin,
"Tu ne xema kîrê kesî yî!"
Gotina Dawî
Heger em kurd jî mîna cihûyan xwe hînî kirîn û firotinê bikin, em ê jî dinyayê bi ser dagirkerên xwe de bidoşin û dagirkerên xwe di nava wî şîrê ter de bifetisînin.
Lê...
heger em hînî dotinê bibin!