9 Haziran 2022 Perşembe

amîneh kakabaweh.

Meriv bi kurdên weha serbilind e û her weha bi saya serê kurdên weha meriv xwe nas dike û xwe bi neteweyên din dide naskirin. 
Ne alîgira elo ye ne alîgira welo ye, tenê dilê wê ji bo kurd û Kurdistanê diavêje.
Ez qala jina kurd a parlamentera Swêdê Amîneh Kakabawehê dikim.
Jin e, jîr e û xwedan vîzyon û sekn û helwest e.
Yanî wextê meriv jîr û zana be, meriv bibext û ûjdan be û her weha meriv dilêş û xemxwirê doza netew û welatê xwe be, hewce nake meriv xwe biavêje pişt partî yan jî rêxistinekê; mîna vê xatûna hêja. 
Bi tena serê xwe dîplomasîyeke bêhempa dimeşîne.
Lê nizanim çima, bi qasî kurd kes û kesayet û meseleyên beradayî dixin rojeva xwe û li ser dipeyivin, nîqaş dikin, vê xatûnê ew qasî bala wan nekişand û li ser nesekinîn.
Lê di esasê xwe de, hêja ye bi rojan li ser vê kesayetê û ruh û helwesta wê ya kurdistanî meriv bipeyive, tehlîl û analîzan bike.
Îja heyran...
Wextê li ser vê jinê bipeyivin, ne ew, ev jin û mijara vê jinê yê populer bibin, loma jî bûyer û mijar û mesele û entrîkayên ji wan re nan tê de tune ye, nabin mijar ji rojeva wan re...
Ma "Bijî..." hebe kî yê guh bide jin û jîn û jîyînê, hey xwelî li serî?
Axir...
Em dîsa vegerin ser meseleya Cecelî, lê hewce ye ez lê germ bibim.
De ka bila bibe sibe û ez li çend stranên Dîyar guhdarî bikim, dû re ez ê vê meseleyê veçîrînim.

Gotina Dawî
Rexneyan bikin lê xwe bi nav rêxê nedin.