Pirê kurdan, li ser quretî û megalomanîya qure û megalomanên medyaya sosyal, wan qure û megalomanan dikin entelektuel û rewşenbîr û zana li ser serê vê civakê!..
Lê hayê wan ji vîzyon û kapasîteyê tune ye, mixabin.
Pirê kesên xwe wek nivîskar, rojnamevan û rewşenbîr nîşan didin, dê û bavê wan bi xwe jî bi serê wan sûnd naxwin.
Ez ê bibêjim qey rojekê tav ê bide qûna wan, lê van tucaran nuha ji tavê re jî kirasek dirûtîye.
Goethe gotîye,
"Ji bo dinyayê rewşa herî xetere û giran ew e, dema nezanî û cehalet bi haweyekî rêxistinî tev bigere."
Mixabin, êdî em di nava wê xetere û tehlûkeyê de ne.
Serek û rêber cahil û nezan in.
Rewşenbîr û xwende cahil û nezan in.
Hunermend û nivîskar cahil û nezan in.
Sîyasetvan û rojnamevan cahil û nezan in.
Bi kin û kurmancî, civak ji serî heta binî cahil û nezan in.
Serê civakê sax be!
Û el fatîhe li ser ruhê civakê!..
Reîs li kamyonê siwar bûye û diajo, lê...
Teker teqîyane,
firên teqîyaye,
û dîreksîyon ji cî derketîye...
Bajoo, Reîs!
Ji mirinê re kêlîyek ma.
Mustafa Cecelî, başûr û bakur ê ji mêj de ye bûne mîna du herêmên cîran, piçekî din ji hev dûr xistin.
Bakurî dibêjin, "Ev eşq û heyranîya başûrîyan a Cecelî û muzîk û kultura tirkî ji ku tê û çima?"
Başûrî jî dibêjin, "Sibehê hûn şîyar dibin, hûn çavê xwe bi tirkî vedikin, bi şev xewa we tê, hûn li ber lorînên tirkî di xew re diherin. Ev çi nakokî û paradoks e?"
Ax axx!
Ne başûrî û ne bakurî...
Ji qewla pêşîyan,
"Hûn hesinê doxekê, gûyê ser bêrekê ne."
Û hûn sax!..
Gotina Dawî
Û tew stranbêjên me yên tenê ji bo populîzmê ji dilqekî dikevin dilqekî, erê hûn jî xwe li hunerê radikişînin, lê huner;
qabîlîyet e,
zîrekî ye,
afirînerî ye,
afirandin e,
xeyal e,
fantezî ye lê ne ew fantezîyên we yên qeşmerî...