22 Haziran 2022 Çarşamba

berjewendî û hesûdî

Bi lez û bez hewce ye ez xwe bigihînim welêt û pê li wê axê bikim.
Dema ez ez xwe giran dikim û pirî ji welêt dûr dikevim, sîstema min tevlihev dibe, ew pira di navbera dil û mejî de hildiweşe; ne têr dixwînim, ne têr dinivîsînim, ne jî têr diafirînim.
Bi min, di navbera ziman û axê de pêwendîyeke kûr heye. Dema ziman ji axê dûr dikeve, ax zimên ceza dike û ziman dihilkume; di nav bera wî û mejî de her tişt bi rengê leylanê şolî xuya dike.
Loma jî, hewce ye ez rojek berî rojekê herim pê li wê axê bikim û kodên hiş çalak û aktîf dikin li zimên bar bikim.

Heger Tirkîye xwe ji vê rewşa ketîye jî xelas bike, êdî bila her kes dev ji xeyal û fantezîyan berde û ji xwe re bera pey hin xeyalên nuh bide.
Lewra ne Xweda terka Tirkîyeyê dike, ne jî Şeytan...

Hin xwelîserên teres radibin gazinan dikin, rûdinin gazinan dikin.
Îja çima li başûrê welêt li her derê înşeat hene?
Derdê van xwelîseran çi ye, hûn dizanin?
Ne ku dilê wan li ser kurdan û Kurdistanê dişewite. 
Na.
Ya ew dikin, 
hesûdî ye, çavnebarî ye. 
Û li gorî zîhnîyeta van xwelîserên teres; konfor ji xelkê re adet e, ji kurdan re qebhet e; 
lewra serdestên wan ew weha hîn û terbîye kirine...

Gotina Dawî
Anuha hûn kesên başûr bi lêkirina sîte û avayîyan rexne dikin, başûrî mifteya daîreyekê ji we re bişîne, hûn çi bertek û reaksîyonê nîşan bidin?
Çi? 
Dengê we nehat min!..