5 Haziran 2022 Pazar

ziman û zeman

Agir bi mala we bikeve!
Haho ji bo Xwedê, ew tirkên gur bi qûna xwe bi wan dikenin jî hazirîya çûyîna Marsê dikin, hewl didin herin Marsê, lê hûn nivîskarên kurd hîn jî sêwîyên zimanê xwe ne.
Heyf!
Hîn jî we meseleya,
"wî/wê"
"kî/kê"
"min pirtûkan xwendin/min çîrokan nivîsandin/min sêvan xwarin" safî nekirîye.
Hey kulîyan zimanê we xwaro!
Ez meraq dikim, 
anuha aqilê we ji we re dibêje ji ya xwe danekevin û guh nedin rastîyên xelkê, şaşîyên we ji rastîyên xelkê çêtir in an bira jî hînbûn û fêrbûna vî zimanî bi we zor û zehmet tê?
Lêlawo!
Kerek bi wê kertîya xwe dema di derîyekî re derbas dibe û serê wê li serdêra derî dikeve, cara duduyan hew di wî derîyî re derbas dibe.
Ma qey hûn ji keran dihesidin û qayîşê bi keran re dikişînin?
Em dizanin xema we ne ziman e lê qet nebe xwe li ber çaavên însên nehetikînin.
Meriv ji ber we fedî dike, lewra em ji dawa zimanekî ketine...

Gotina Dawî
Ziman ê bibe zeman an zeman ê bibe ziman, nizanim!