21 Haziran 2022 Salı

de were safî bike

Van rojan dîsa Selo başqan di rojevê de ye; qala dewlethezîya wî ya berê dikin.
Ji min derew, xwedê giravî dibêjin, berî hilbijartinên serokatîyê Selo başqan weha gotîye:
"Ji bo em ji sîstema serokatîyê re bibêjin erê, heger bi haweyekî eşkere û vekirî di makezagonê de xweserîyê û perwerdeyîya bi zimanê kurdî binivîsînin jî em ê nebêjin erê."
Ê de em jî ji te re nabêjin erê û xwelîya xweserîyê li serê te dikin.

Wek ku li Tirkîyeyê sansur tune ye û her kes hur û azad e, dikin ji bo medyaya sosyal qanûnekê/zagonekê li qanûnên din/zagonên din zêde bikin.
"Li ser medyaya sosyal yên bi derewan nûçeyan bigerînin, belav bikin, ew ê bên cezakirin."
Rast e derew e nizanim lê xêr û guneh ne di stuyê min de, Salihê Çapemenîst got piştî vê nûçeyê rojnamevanên "a haber" û rojnamevanên "Med Nuçe"yê bi hev re govend gerandine û heta destê sibehê bi araq û reqs û kêfê pîroz kirine.