25 Haziran 2022 Cumartesi

selo yan erdo

Selahedîn an Erdogan?
Bi min, Selahedîn, ne Erdogan.
Lê...
Çima Selahedîn lê ne Erdogan?
Nermî meriv ditevizîne, pûç, tiral û tembel dike.
Û tiralî û tembelî jî bi xwe re belengazî û xwelîserîyê tîne...
Jixwe bi salan tirkên "çepgir" û "lîberal" hewl dan bi rê û rêbaza îroj Selahedîn dimeşîne, kurdan di nav pirik û çirava tirkîtî û tîrkîyetîyê de bigevizînin; 
bêguman bi ser jî ketin.
Îro ro bi milyonan kurd bi vê rê û rêbazê bûne kurdkokenlîyên zarokên wan nizanin çi ne!..
Heger Kurdistan hebûya û li ser axa Kurdistanê kurdîtî di bin parastinê de bûya, min ê bigota rê û rêbaza Selahedîn dimeşîne rêyeke maqûl e, lê kurd û kurdîtî di bin xetere û tehlûkê de be û meriv rabe wek kurdekî kurdan ji kurdîtîyê dûr bisekinîne, dûr bixîne, ne karê aqil e û hêja ye meriv biguman tev bigere.
Selahedîn, ji rêvebirên dewleta dagirker bitesîrtir e, lê tesîreke neyînî...
Jixwe kar û xebat û armanca rêvebirên dewletê kifş e û meriv jî bi wan dizanin ji bo çi û dixwazin çi bikin!
Lê...
Selahedîn û yên mîna Selahedîn bi dîzî û bi haweyekî fisgenîtî bi meriv ve didin. Ew pêvedana wan mîna kokaînê ye; ewil bi meriv xweş tê, dû re hêdî hêdî meriv sist dibe, ditevize û ji her haweyî ve ji ser hişê xwe ve dihere; êdî meriv ne xwe ye û meriv bixwaze jî hew dikare bibe wek xwe yê berê.
Loma jî...
Hay ji Selahedînan hebin!
Û heger li bakurê welêt li dijî vê sîstema dagirker partîyek/rêxistinek kurd û kurdî hebûya, di rewşa Tirkîye ya îroj de bi rehetî ew ê xweserî yan jî federasyon bi dest xista.
Îja heyran...
Derd û xema HDPKKê ne xweserî ye, ne jî federasyon e; hewl didin bi haweyekî xwelîser kurdan di nav vê sîstemê de bimehînin. Û jixwe têra xwe jî mehandin.
Îja em werin ser meseleya "Çima Erdogan?"
Qîmerê Erdogan bizanin, lewra...
Di nava bîst salan de bobelat û felaketên Erdogan anîn serê tirkan û Tirkîyeyê, ev sed sal in partî û rêxistinên kurdan neanîne serê tirkan û Tirkîyeyê.
Lê...
Wek min li jor jî ta bi derzîyê ve kir, li bakurê welêt xwedê giravî ew hêza ku dibêje ez ji bo kurdan tê dikoşim, şer dikim HDPKK ye û heyf û mixabin HDPKK jî ji kurdan re ne serxwebûnê dixwaze, ne federasyonê dixwaze, ne jî xweserîyê; bi haweyekî xwelîser dixwaze xwelîyê li serê kurdan bike.
Û jixwe bi wê zîhnîyeta xwe êdî ji axê xwelî difûre!..

Gotina Dawî
Ji her tiştê Erdogan re ez li çepikan dixim;
nîyha eskerîyê, ew pozê wan ê bilind jê kir, kir qûna wan;
misilmantî li ber çavê însên kir marê reş, misilman ji misilmantîyê sar kirin;
bi ser kemalîzma ku li ser xwîna kurdan û neteweyên din ava bûbû de mîst, kemalîst kirin reîz û teres;
lê...
tenê ji ber buhabûna bîra û şerab û araqê ez jê aciz im; heger bîra û şerab û araqê jî erzan bike, ez ê tu carî wî ji bîr nekim û her wek qehremanekî qala wî bikim û wî bi bîr bînim.