3 Haziran 2022 Cuma

çilvirî û çilvirî

Hûn dizanin ez civaka kurdan dişibînim çi?
Çûkên rûçikî!
Mîna meriv per û perîkên çûkekê birûçikîne û dû re meriv wê deyne ser kefa destê xwe û li ber wê bigere bibêje, "De haydê bifire, de haydê!.."
Xwende, zana, rewşenbîr, entelektuel, nivîskar û mivîskar jî radibin rûdinin rê û rêbazên pêşketin û guherînê pêşnîyarî vê civaka bi dîn û îdeolojîyan ji qudûm de ketîye dikin.
La hewle wela!
Mîna meriv li ber serê mirîyan bilorîne!..

Ji nûçeya (Ne)Ozgur Gundemê:
Selo başqan dibêje,
"Yek ji wan kesên bi Evdila başqan re dida û distend jî Hakan Fîdan bû. Li ser başqanê me gelek fikrên Hakan Fîdan ên hêja û bêhempa hene. Min bi guhên xwe bihîstîye Hakan Fîdan ji bo başqanê me gotîye, piştî Gonzalo fikrên Evdila başqan pir tesîr li min kirin."
Abêê pif kêê!
Çîroka "Abê pif kêê!" ez ê rojeke din ji we re binivîsînim, lê hewce ye ez vê jî bibêjim.
Lo lawo Selo!
Bi serê te, ne tu ne jî başqanê te, hûn her du jî ne tu tariş in.

Dîwarê Whatsapê jî bûye mîna dîwarê girî yê cihûyan.
Gilî û gazinên xwe bi haweyekî sublîmînal digihînin hev.
Bira ji bira re...
Xwişk ji bira re...
Heval ji heval re...
Bav ji keç û law re...
Bûk ji xesûyê re...
Xesû ji zava re...
Evîndar ji evîndar re...
Jin ji mêrê li malê venahewe re...
Heger zimanê whatsapê hebûya, ew ê bigota, "Hûn yek ji yekî pûşttir û bêkesayettir in!"

Kes nikare xwe li ber hêza tirkî bigire, bi telaq; çi şoreşger û çi anarşîst, çi kurd û çi ne kurd...
Xanimeke bi eslê xwe kurd lê bi qelema xwe tirk li ser twîtterê weha gotîye:
"Berî nuha bi şeş mehan ez tev li malbata twîtterê bûm, nuha hejmara şopîneran bi ser 10 hezaran ket..."
Xwelî li serê te û şopînerên te be!
Û ez jî, 
ev zêdeyî salekê ye ez bi hesabekî nuh li ser twîterê dinivîsînim, lê hejmara şopîneran hîn negîhaye 500 kesî...
Te got erê, keça xelkê?

Gotina Dawî
Mala populîzmê bişewite! Mejî bi çar çavan li kesayetê digere.