8 Aralık 2017 Cuma

Te Got Xwendin?

Xwezî xwendinê karîbûya nezanî-cehalet bişuşta...
Lê bi heft hezar Xweda,
ez dibînim bi xwendina heft hezar kitêban jî nezanî-cehalet naye şuştin.
Nezanî-cehalet, tenê reng diguhere; bi formeke din derdikeve pêşiya me
û tenê bi wê xwendinê nezanî-cehalet hêzdartir dibe.
Berê me digot, "Bixwînin da em civakeke pêşketî ava bikin"
Lê ev jî bi serê xwe serkeftinek e.
Dixwînin-naxwînin, em heft xwezî bi berê tînin.
Meriv bi sedan kitêb bixwîne, lê meriv tenê bi awayekî hovtî were guhertin.
Ez li ber tahb û keda wan rebenên van kitêban dinivîsin dikevim.
Hundirê serê wan ji nav û paşnavên nivîskaran û ji navên berhemên wan nivîskaran dibe şorba qereçiyan û ew nav û paşnav û têgeh êşkenceyekê li mejî dikin, dibin kevir-gome û bi ser mejî de dibarin, lê...
Erê, lê mejî tenê xisarê dibîne û ew xisar jî kesayetê şevoquzî dike.
Çav li derekê dinêrin...
Guh li tiştekî ne...
Hiş li dereke din difikire...
Helwest gêjomêjo ye...
Kesayet qop...
Meriv ji sibê heta êvarî rojê deh danan ceh bide ker jî, ker her ker dimîne û nabe hesp.
Tenê zik li xwe mezin dike û piştî demekê heger bi serî negire û ji wî cehî bi dûr nexe wî kerî, ew ceh wî kerî dicehemîne.
Nizanim, divê çare-çareserî-formuleke din hebe.
Em dibînin xwendin xwendeyan nexwendetir dike.
Berî xwendinê çi divê?
Dagirkeran, tecawizî genetîka me kirine.
Kîmya mîmyaya bedena me tev li hev kirine.
Rê li me şaş kirine.
Ne em qibleya xwe zanin, ne qiblegeha xwe.
Helwest têk çûye.
Şexsiyet qûnek bûye.
Û ew xwendina ku dikute mejiyê me, tenê bêjiyan-pîçan diafirîne.