13 Aralık 2017 Çarşamba

Gelo Derhênerê Naskirî Akîra Kurosawa "RAN" li ser me çêkiriye?

Fîlmê "RAN" ê Akîra Kurosawa pir dişibe çîroka Kurdan.
Meriv dibêje qey Kurosawa Kurd e, li Kurdistanê jiyaye û ev fîlm jî ji ber trajediya Kurdan derxistiye û çêkiriye.
Çîrok, li ser dagirkerî-zordestiya lordekî Japonî dest pê dike.
Lordê Japonî êdî kal e û xwedan sê law e.
Heyatê ew betilandiye û dixwaze terka textê xwe bike.
Bang her sê lawan dike wan tîne hizûra xwe.
Lijneya aqilmendan jî hazir e.
Lordê Japonî textê xwe dide lawê mezin û ji her du lawên din re dibêje birayê xwe bi tenê nehêlin.
Kesayeta lawê mezin qels e.
Û peyv peyva jinê ye.
Jin jî qîza lordê kelê yê kevn e.
Wexta lord kelê dagir dike, bavê wê û dêya wê jî dikujin.
Jin bi salan bi hesreta wê tolhilanînê dijî.
Birayê biçûk ji qerara bav aciz dibe û ji wan dixeyide.
Lê ji her siyan ê herî xwedan kesayet lawê biçûk e.
Dû re lawê mezin û yê navîn dikevin nav reqabetekê.
Bi derketina ser text re lawê mezin hemû kontrol û desthilatdariyê dixe destê xwe û bavê xwe bêtesîr dike.
Lawê navîn ji vê yekê pir aciz e.
Bi dizî hewl dide tiştina bike, lê tirsa wî ji birayê wî bêtir ji jinbira wî ye.
Di navbera lawê mezin û bav de pevçûn derdikeve û şerê desthilatdariyê şerekî mezin bi xwe re tîne.
Di wî şerî de, lawê navîn bi fen û fûtan birayê xwe yê mezin dikuje û li şûna wî li ser text rûdine.
Bav perîşan e.
Poşman e,
lê hew tişt ji destê wî tê..
Jina birayê mezin piştî mêrê wê dimire, bi şeytanî birayê navîn jî qanih dike û xwe dike jina wî.
Lewre derdê jinê ne mêr in, ew li pey tola bavê xwe ye.
Axir,
bi hatina lawê biçûk tevlihevî berfireh dibe û şerekî mezin derdikeve.
Jin, bav û her sê bira bera ber hev dide.
Dijminên wan çawa dibînin di nav her sê bira de bêtifaqî derketiye, xwe didin bende ku pev kevin û bi pevketina wan re xwe bi xwe hevdu qir bikin, piştî wê jî yên filitîn ew temam bikin.
Û wer jî dibe.
Ewil ew pev dikevin,
dû re dijminên wan wan qir dikin. 
Herçend jin dimire jî, berî bimire bi nefesekê ji kesên tên wê dikujin re dibêje,
"Ez gîhaştim armanca xwe û min tola bavê xwe hilanî."
Bav mir!
Law mirin!
Jin mir!
Û malbat qelihî...

Bêbextî!
Eşqa text!
Nexweşiya desthilatdariyê!
Bêtifaqî!
Û jin...

Çiqas dişibe trajediya Kurdan.
Bêbextî!
Eşqa text!
Nexweşiya desthilatdariyê!
Bêtifaqî!
Û jin...