Ax!
Erê
weleh, ax û dîsa ax!
Ez ê dîsa bi axê dest pê bikim.
Ji bindestiya “ax”ê, ax
û sed carî, hezar carî, hezar hezar carî, ax!
Çi wexta berê min dikeve Azerbaycanê û têm lê dimînim,
bêhemdê xwe Rûsan û Tirk-Ereban didim ber hev.
Xelkê vir heftê salan di bin hukumraniya Rûsan de jiyan.
Netew cuda,
ol cuda,
kultur cuda…
Piştî heftê salan Azerî ser-bi-xwe bûn.
Anku bûn “xwe”
Edebiyat,
huner,
şano,
muzîk,
û medeniyet.
Îro tu dadigerî kîjan malê,
meriv li piyanoyekê rast tê.
Bi kurt û kurmancî, Rûsan van azeriyên ne kêmî Tirk û Ereban
kirin însanên medenî û medeniyetek diyarî wan kir.
Herçend piştî ser-bi-xwe bûnê bi nav wî sermiyanî de rîtin
jî, hîn jî şopên wê medeniyetê tê hiskirin.
Û em!
Kurdên belengaz…
Bi salan e di bin hukumraniya Tirk-Erebên misliman de di ber
halê xwe didin.
Berevacî Rûs û Azeriyan,
Em xwedan medeniyet bûn,
lê di bin destê van hov-tebayên dinyanedîtî de ji medeniyeta
me “M” jî nema.
Çav berdan hemû nirxên me,
çav berdan kultura me,
çav berdan hunera me,
çav berdan folklora me
û heta çav berdan kîrê me; kîrên me jî kirin xwe, da bi tovê
me wî tovê xwe yî pûşt î teres paqij bikin-biguherin.
Û ciwamêran bi stratejiyeke bêhempa-muhteşem em ser-o-bi-nî
hev kirin.
Bi ser ketin.
Çeka herî mezin ziman bû.
Û bi kuştina zimên dest pê kirin.
Piştî ziman kuşt jî, jixwe hemû nirx, huner, kultur, folklor
bi xweber veguherî bûn ên wan.
Xwezî min hemû versiyonên masturbasyonê fêrî Xwedê kiribûya
û Xwedê wê şevê neniyhabûya Xwedawenda Îslamê û ev mislimanên bêjî çênebûbana…
Xwezî!