29 Aralık 2017 Cuma

Hîç

Mirin hîçek e.
Mirin zirhîçek e.
Zirhîçek e mirin.
Û em ji mirinê jî,
ji hîçê jî hez dikin,
ji ber ku em bi xwe zir-hîç-ek in.
Tenê em li ser mirinê û hîçan li xwe dixin û digirîn,
ji ber ku lixwexistina me jî, giriyê me jî,
hîçek e,
zirhîçek e,
wek me.

Dagirker li ser axa me pê li serê me dikin,
di hundirê malên me de dest dixin qirika me,
li pêş çavên me dest davêjin "namûs"a me,
em diqîrin,
digirîn,
li xwe dixin,
zimanê me ji devê me dikişe,
em kirasê xwe çîrçîrî dikin,
bi zimanê dagirkerê xwe.

Di cejnan de bi zimanê wan e pîrozbahiyên me.
Di şûnan de bi zimanê wan e sersaxî û serxweşiyên me.
Di eşqê de bi zimanê wan de hestên me.
Di seksê de bi zimanê wan e orgazmên me.

Em qala şoreşa zimên a Celadet Elî Bedirxan dikin,
em pesnê felsefeya Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran didin,
em serî li xwe mezin dikin
wexta em ji xelkê re kêfxweşiya dewlemendiya zimanê xwe-edebiyata xwe-hunera xwe dibêjin,
bi zimanê wan.

Em hîç in,
zirhîçek in em.
Qîrîna me,
giriyê me,
êşa me,
gilî û gazinên me,
li ser hîçekê hîç e.
Gilî û gazinên me yên li ser mirinê, hîçek e,
ji ber ku hîç nikare gilî û gazinan bike û bigire.
Hîç nagirî.
Hîç naqîre.
Hîç naêşe.
Hîç hîç e û em ji zirhîçekê pêk tên.
Hîç!