Ev pozbilindî û quretiya stranbêjên "Kurd" ji ku tê gelo?
Kêm kes ne di nav de, pirê wan ne baş zanin li amûrekê-enstrumanekê xin, ne jî karin gotin û awazekê çêbikin.
Di ser de jî, ne eyb û ne fedî,
ew stranên ku hazir tên ber destên wan dilewitînin;
bi hemd-bêhemd him zimên, him stranan dikujin-qetil dikin.
Mesele meseleya poz e.
Wexta şewt hew tesîrê li poz bike, poz hew dişewite.
Ji bo poz bişewite,
kulmeke xîret,
çend lîtir namûs
û helwesteke kesayetî divê.
Mixabin, ev jî li cem van xwelîseran tune.
Tune, ji ber ku pêdiviya wan jî pê tune.
Tune, ji ber ku pênasa xîret û namûs û helwestê li cem wan tune.
Li ser sahneyê, bilbilê "Kurdî" li derveyî sahneyê gur û çeqel û rovî...
Yan wê miqrofonê xweşik bidin ber devê xwe û hurmetê bidin ziman û nirxên vî zimanî, yan jî wê miqrofonê rep deynin erdê û li ser rûnin;
ne xwe bihetikînin, ne jî vî zimanî û nirxên vî zimanî.
Ev ziman, ev kultur, ev stran, ev nirx ne amûr in ji bo qûnektî û populîzma we.
Li ser bingeheke kurmî kesayeteke Kurdî çênabe.
Hûn bi kîjan zimanî tên teleb, herin li nav civata wî zimanî gon bixwin.
Hûn zanin heqê we çi ye?
Heqê we meriv we bixesîne, da muzîka kurdî kurdûnde nere.