14 Aralık 2017 Perşembe

Serdema Megalomanan

Feylesofê hîç wext wek feylesof di nav feylesofan de rûpelên felsefeyê neneqişandiye Evdîkê Elê Eyşo gotiye,
"We lê nêrî ku hûn nikarin dewletan ava bikin, dilan ava bikin û dilê xwe ji xelkê re bikin dewlet"
Feylesofekî din jî weha gotiye,
"Ya muhîm dil e, ne kulmeke bilxur"
Ez ne şaş bim ev feylesof jî di serdema bilxur de jiyaye. Serdema ku bilxur êdî li ser sifreyê xelkê wek savar hat xwarin.
Di serdema me ya nuha de jî, feylesofê nikare tîpa "f"yê bibêje ku kî jê dipirse dibêje ez "eylesof" im weha dibêje,
"Dilo rebeno dilo! Dilo xerîbo dilo! Dilo min di te niyho, kêmaqilo dilo!"

Ji heciyekî pirsîn,
"Ya Hecî, ma tu ji Xwedê natirsî! Tu çûyî mala Xwedê tu bûyî hecî. lê tu araqê vedixwî, tu bi qahpikan re dixwî vedixwî, Tu selefê dikî, perê selefê dixwî. Ka îmana te? Îmana te li ku ye?"
Hecî li hundirê çavê wan dinêre, destê xwe yê rastê datîne ser sînga xwe hêla çepê, dibêje,
"Îmana min di dilê min de ye, lê hûn nabînin..."

Seroka parlamentoya Tirko ji Osman Baydemîr pirsî,
"Birêz Osman, ka Kurdistan? Kurdistan ku ye?"
Osman Baydemîr awirek da seroka parlamentoyê qudûmê wê şikenand. Û pê re pê re destê xwe yê rastê li sînga xwe hêla çepê xist got,
"Kurdistan di dilê min de ye."
Baş e ku seroka parlamentoyê negot herin çakêtê wî jê bikin û ser sînga wî veqelêşin bê bera jî di wir de tişt heye yan tune ye...
Em ê bihetikiyana, bi telaq!
Ji ber ku ez wek navê xwe zanim tişt di bin wî çermî de tune ye.
Jixwe heger Kurdistan di dilê Baydemîr de hebûya, Baydemîr ê ne li wir bûya.
Bi biryar û qanûnên ji wê parlamentoyê derketine-derdikevin, li Kurdistanê kevir li ser kevir nema ye, bi hezaran Kurd hatine kuştin-tên kuştin, birêz Baydemîr.
Û tu jî perçeyek ji wê parlamentoyê yî.
We bi vê megalomantiyê malên Kurdan bi ser serê wan de xera kirin, malên xwe û malbat û xizmên xwe jî li ser vê malxerabiya Kurdan ava kirin.
Lê hûn baqil û jîr û zîrek in.
Ji ber ku hûn Kurdan baş nas dikin û hûn zanin hûn ê bi çi şêwazê Kurdan bixapînin.
Û hûn dixapînin.
Kurdistan ne di dilê we de ye.
Kurdistan pere ye û di bêrîka çakêtê wê we ya çepê de ye.
Loma destê we tim li ser e. 
Lê ez vê jî bibêjim,
Osman mifteya deriyê dilê Kurdan jî, mifteya deriyê parlamentoyê jî heta deh salan xist bêrîkê.
Û Kurd ê her bimirin,
yên bimînin jî, wê her sêwî û parsek bin li devê deriyê xelkê, mixabin.