10 Aralık 2017 Pazar

Lixwemikurhatin Destpêk e

Lawê Kurdperwerê Şamil Askarov,
anku Hêjarê Şamil dibêje,
"Xelasiya Kurdan, ne bi PDK ye,
ne bi YNKê ye,
ne jî bi PKK û yên din e.
Xelasbûna Kurdan, bi geşbûn, xurtbûn û pêşveçûna ziman û kultura wan e."

Ez piçekî din meseleyê veçîrînim,
anku ez bi awayekî cerahî meseleyê li ser piştê deynim û dest bi gurandinê bikim ji nav şeqan.
Lawê Şamilê Kurdperwer dixwaze bibêje, "Xêr di siyaset û şerê partî-rêxistinên Kurdan de tune ye. Her partî, her rêxistin, berî her tiştî netewî nanêrin, nafikirin,
loma jî berjewendiyên partiya wan, berjewendiyên rêxistina wan berî her tiştî tê.
Ewil serok,
dû re malbata serokan,
û mirîdên serokan
û herî dawî jî em tên,
lê heger em mabin.

"Ji kesên wek me re ku ji roja bûyîna xwe de hew bi sextekariyê mezin bûne-perwerde bûne, tenê xwekuştin e çare."

Ciwamêr jardadayîbûn û bi jahrêketina xwe û yên wek xwe qebûl dike.
Û lixwemikurhatin êdî diêşîne.
Anku êdî lixwemikurhatin ji megalomantiyê derketiye û dest xistiye qirikê di ber man û nemanê de ber xwe dide-diperpite.
Lê ez wek hevalekî Hejar û wek Kurdekî bêol û bêîdeolojî karim bi dilekî rehet bibêjim lixwemikurhatina lawê Şamil ji dil e û diêşe;
loma jî roj bi roj ber xwe dide û hewl dide ji wê sextekariyê rizgar bibe.
Kurdiya Hejar ji pêr û doh çêtir e îro.
Û ez di wê baweriyê de me, Kurdiya Hejar ê sibê ji îro çêtir be.
Ew ê çêtir be ji ber ku, êdî lixwemikurhatin dest xistiye qirikê û wî diêşşîne.
Û ew jî diêşe...

Û di berdewamiya axaftina xwe de,
"Berî hûn ê Kurdan ji Tirk-Ereb-Eceman rizgar bikin, Kurdan ji Kurdan rizgar bikin." dibêje ciwamêr.

Kesên ku bi dil, mejî, ziman, kesayet, îdeolojî, hişmendî ketibin bin tesîra dijmin nikarin kesî rizgar bikin. pêwist e ewil ew kesina bên rizgarkirin.
Heger hûn ê nikaribin wan rizgar bikin jî, hûn bi xwe nekevin nav hêvî û xeyalên ev xwelîser ê werin we rizgar bikin.

"Fîlmên ku em lê temaşe dikin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Kitêbên ku em dixwînin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Heta ji sedî nodê me,, em eşqa xwe bi zimanê Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî dijîn.
Di rewşeke weha de bila kes ji min re qala netewbûnê neke. Yên berê ji me re digotin "Bi vî hawî heger baweriya we heye hûn ê bibin netew mejîdewxî ye, mafdar bûn."

Bi kurt û kurmancî,
Ziman tevna netewekê ye.
Ziman dengê wê axa hûn li ser dijî ye.
Ziman rengê bextewariya we ye,
rengê êşên we,
rengê eşqa we,
rengê kenê we,
rengê giriyê we ye.
Ziman qalikgirtina brînên we ye.
Hûn nikarin him bi Kurdî biêşin, him jî bigirîn.
Hûn nikarin him bi Kurdî şad bibin, him jî bikenin.
Hestên we li gorî zimanê we tevdigerin.
Û zimanê we hûn bi xwe ne.