7 Aralık 2017 Perşembe

Ez Kurdistan im

Gotineke klasîk heye. 
Te dî misliman ji bo derdora xwe bixapînin her tim wek devançeya gule li ber hazir e ew gotin.
"Mislimantiyê ne ji mislimanan, mislimantiyê ji kitêba wê hîn bibin."
Nizanim, lê hîn ez li ciwamêr an ciwanikek ji kitêba wê hînî wê mislimantiya ku pesnê wê didin nehatime.
Yan naxwînin,
yan dixwînin, lê jê fêhm nakin,
yan jî kitêb bi xwe jî ev e.
Axir, mijara min ne misliman û mislimantî ye.
Jan bi serê wan keve!
Êşên me têra me û sed û yek bavên me dikin. Em nikarin ji bo êşê ne êşê xwe jî kevn li serê xwe bigerînin.
Min ji bo çi bi vê anektodê dest bi mijarê kir?
Min ê bigota xwezî xelk û alemê ne bi Kurdan Kurd, bi Kurdî Kurd nas bikirana.
Mixabin û her ku ez Kurdan nas dikim, xewn û xeyala min a Kurdistanê li min dibe zirkabûsek û ew kabûs her şev dixirpişe ser dilê min, dikute min.
Bi salan e bi serok merokên çêkirî me ne xwe nas kir, ne dijminê xwe nas kir, ne jî qible û qiblegeha xwe.
Berî îslamiyetê pûtperestî hebû. Ji bo her gûyî peykerek hebû û hema kê bixwesta çi lê bar bike ew lê bar dikir û rojê nizanim çend caran serê xwe li ber datanîn û qûna xwe belot dikirin. 
Ha rewşa berî îslamê, ha rewşa me ya nuha heman quzilqurt in.
Kurdistana ku wê bi van xwenezan-belengaz û xwelîseran bê bila neyê çêtir e.
Heger ew ê tu cudatî di navbera min û Tirkan de, di navbera min û Ereban de, di navbera min û Farisan de tune be, hewce nake, ez naxwazim.
Yanî ez dibêjim, lê li ser navê we jî dipeyivim ha.
Henek henek, tenê ez weha difikirim.
Hûn karin wek berî îslamê jî bijîn,
wek dema îslam nuh hat jî bijîn
û wek nuha jî.
Hûn bi kêfa xwe ne.
Ez Kurdistanek bi qalik Kurdistan, bi kakil Tirkiye, Iraq, Îran an dewleteke din mîna van xwelîseran naxwazim.
Loma jî,
min dev ji her tiştî berda.
Ne serokekî dixwazim,
ne alayekê dixwazim,
ne jî kulmeke axa ku bi nigên we, bi hişê we lewitî...
Ma ji bo serxwebûn û azadiyê çi hewce ye?
Yan jî ez weha bipirsim. 
Sînorê azadî û serxwebûnê ji ku dest pê dike, li ku diqede?
Sînorê azadî û serxwebûnê ji Kurdî dest pê dike û li Kurdî diqede.
Ez dipeyivim...
Dixwînim... 
Dinivîsim... 
Difikirim...
Dijîm...
Û xewnên xwe jî, xeyalên xwe jî bi Kurdî dibînim.
Ez Kurdistan im.
Û Kurdistana we naxwazim. 

  
 
 rast nehatime