6 Aralık 2017 Çarşamba

Min Dît Rojekê Xwedê Li Ser Tutukan Rûniştibû Qûna Xwe Dişuşt

Îşev di xewn de min dît Xwedê destmêj digirt.
Li bin siya darekê li ser tutukan rûniştibû, rîha wî bi xwêr re diçû.
Rîheke spîboz.
Rîha wî ji kîr û gunê wî re bûbû stargeh.
Ji bo destmêjê misînkekî mîqa yî şîn li kêleka wî ya rastê bû.
Ji danîna misîn ya li hêla wî yî rastê meriv karîbû têbigihîşta Xwedê ji çepgir û sosyalîst û kominîst mominîstan hez nedikir.
Min got, "Ya Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê, te li vir weha qûna xwe bera çolê daye tu çi dikî?"
Bi hêrs di ser stuyê xwe re li min zîvirî awirek da min, qudûmê min şikest. Got, "Ma tiliyên min ketine çavên te? Tu nabînî ez çi dikim?"
Ya rast, min didît qûna xwe dişo, lê min ê çawa ji Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê re bigota, tu qûna xwe dişo.
Bi ziman û şêwazeke pê neêşe min got, "Tu destmêj digirî?
Bi mirîzekî tirş got, "Ew çi ye?"
Min di ber xwe de got, "Hela hela! Çi bi Xwedê hatiye?"
Lê nayê bîra min Xwedê çêbûye. Ew jî wek her kesî yextiyar bûye û îhtîmal bû ev jî semptom û nîşaneyên xurifînê bin.
Min got, "Ya Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê, ma ne te wek ferman destmêj li ser muslimanan ferz kiribû. Ma te fermana xwe ji bîr kir?"
Bi hêrs got, "Ez rabim ez ê di te û fermanê nim ha! Kê ev zirderew kiriye? Çi destmêj? Çi ferman?"
Min dikira bigota, "Te..." ez bi zimanê xwe re xeyidîm. Min got, "Ya Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê..."
Peyva min ji devê min girt, got, "Bes ji min re bibêje di erd û ezmanan de hilnayê. Tu dibîne ez li bin siya vê darê rûniştime û ji xwe re dirîm û qûna xwe dişom."
Hîn nuh zingînî ji serê min hat ku ew erebên fahş î qûnreş navê qûnşuştinê kirine destmêj.
Min got, "Ya..." û sekinîm û ji nû ve ez li serî vegeriyam. Min got, "Ya hevalê Xwedê, madem te ev ferman nedaye, em çima nimêj dikin?"
Got, "Kuro, baqil bin û şiyar bin. Van oldaran bi darê zorê ez kirim Xwedê û ez anîm li serê vî çiyayî kirim hefsî. Rojê sê caran nan û ava min didin min, lê nahêlin çavên min bi însanan bibin. Û ew bi xwe radibin li ser navê min fermanan didin û bi wan fermanan li ser pişta we hukumraniyê dikin. Dev ji ereb mereban, tirk mirkan, faris marisan berdin, hûn qewmekî pak û paqij in, xwe bi wan nelewitînin.
Ez veciniqîm çeng bûm ser xwe ku di nav xwêdanê de avjeniyê dikim. Min keserek ji nava kezebê kişand û rabûm çûm tuwaletê.
Rehet nîv kîlo mîz ji kîrê min herikî kilozetê.
Ez fikirîm ne fikirîm ji nav derneketim.
Min niyha îmana vê bîrayê!
Ma qey giş dibe mîz?
Ma qey çend xiramên baş tune ku di bedena însên de xwe bigire?
Nizanim.   
Tenê ew gotina "Hûn qewmekî pak û paqij in" ket bîra min û keniyam.
Îja pak û paqij!