Di nod û yekê de Sowyet hilweşiya û Azerbaycan serbixwe bû.
Azeriyên ku bi edebiyata Rûsan perwerde bûbûn, piştî bûn xwediyê dewleta xwe,
anku ji nod û yekê vir de di warê edebiyatê de tenê berhemeke serkeftî ku bi kêr bê meriv bixwîne û sûdê jê werbigire neafirandin.
Di dema Sowyetê de Azeriyan gelek berhemên hêja dan;
Wek nimûne:
Huseyîn Cawîd-Îblîs,
Semet Vûrgûn-Vakif,
Îsmaîl Şixli-Delî Kur
û gelek ên din...
Dewlet girîng e, lê kesayet girîngtir e.
Kesên bêkesayet dewletan diguvêjin.
Ew dewlet jî wek wan dibin bêkesayet.
Tenê dikevin bin desthilatdarî û kontrola hin kesan ku ew kesina jî tenê li xwe, li zarokên xwe û li xizmên xwe difikirin.
Ne guh didin edebiyatê,
ne guh didin hunerê,
ne jî guh didin aramî û bextewariya civakê...
Ew dibin efendî, xelk dibe xulamê wan.
Gelo Azeriyên berê, yan Azerbaycana nuha?
Kurd hîn nebûne serbixwe û dewleteke wan tune ye.
Û nizanim wek alemê dewleteke wan ê çêbibe yan na?
Lê baş xerab di warê edebiyatê de ji Azeriyan bêtir diafirînin.
Bêyî ku dewleteke wan hebe,
zimanekî standart êdî rûniştiye.
Berhemên baş çap dibin.
Romanên serkeftî,
Çîrokên serkeftî,
helbestên serkeftî derdikevin,
herçend xwendin ji nivîsandinê kêmtir be jî...
Lê ji dil dibêjim, heger dewleteke min ê çêbibe û Kurdên min ê bibin wek Azeriyên nuha, ez wê dewletê naxwazim.
Kurd hîn jî li hêza zimanê xwe hayil nebûne,
ku him bê dewlet in, him jî xemsar in,
lê zimanê wan ligel hemû zor-zahmetî û astengiyan ji wan re bingeha civakekê daniye.
Bawer bikin, heger Kurdî evqas ne xurt û ne bi hêz bûya, nuha ji zû de Kurd miribûn.