Lawê
Kurdperwerê Şamil Askarov,
anku
Hêjarê Şamil dibêje,
"Xelasiya
Kurdan, ne bi PDK ye,
ne bi
YNKê ye,
ne jî bi
PKK û yên din e.
Xelasiya
Kurdan, bi geşbûn, xurtbûn û pêşveçûna ziman û kultura wan e."
Ez piçekî
din meseleyê veçirînim,
anku ez
bi awayekî cerahî meseleyê li ser piştê deynim û dest bi gurandinê bikim ji nav
şeqan.
Lawê
Şamilê Kurdperwer dixwaze bibêje, "Xêr di siyaset û şerê partî-rêxistinên
Kurdan de tune ye. Her partî, her rêxistin, berî her tiştî netewî nanêrin,
nafikirin,
loma jî
berjewendiyên partiya wan, berjewendiyên rêxistina wan berî her tiştî tê.
Ewil
serok,
dû re
malbata serokan,
û mirîdên
serokan
û herî
dawî jî em tên,
lê heger
em mabin.
"Ji
kesên wek me re ku ji roja bûyîna xwe de hew bi sextekariyê mezin bûne-perwerde
bûne, tenê xwekuştin e çare."
Ciwamêr
jardadayîbûn û bi jahrêketina xwe û yên wek xwe qebûl dike.
Û
lixwemikurhatin êdî diêşîne.
Anku êdî
lixwemikurhatin ji megalomantiyê derketiye û dest xistiye qirikê di ber man û
nemanê de ber xwe dide-diperpite.
Lê ez wek
hevalekî Hejar û wek Kurdekî bêol û bêîdeolojî karim bi dilekî rehet bibêjim
lixwemikurhatina lawê Şamil ji dil e û diêşe;
loma jî
roj bi roj ber xwe dide û hewl dide ji wê sextekariyê rizgar bibe.
Kurdiya
Hejar ji pêr û doh çêtir e îro.
Û ez di
wê baweriyê de me, Kurdiya Hejar ê sibê ji îro çêtir be.
Ew ê
çêtir be ji ber ku, êdî lixwemikurhatinê dest xistiye qirikê û wî diêşîne.
Û ew jî
diêşe...
Û di
berdewamiya axaftina xwe de,
"Berî
hûn ê Kurdan ji Tirk-Ereb-Eceman rizgar bikin, Kurdan ji Kurdan rizgar
bikin." dibêje ciwamêr.
Kesên ku
bi dil, mejî, ziman, kesayet, îdeolojî, hişmendî ketibin bin tesîra dijmin
nikarin kesî rizgar bikin. pêwist e ewil ew kesina bên rizgarkirin.
Heger hûn
ê nikaribin wan rizgar bikin jî, hûn bi xwe nekevin nav hêvî û xeyalên ev
xwelîser ê werin we rizgar bikin.
"Fîlmên
ku em lê temaşe dikin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Kitêbên
ku em dixwînin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Heta ji
sedî nodê me,, em eşqa xwe bi zimanê Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî dijîn.
Di
rewşeke weha de bila kes ji min re qala netewbûnê neke. Yên berê ji me re
digotin "Bi vî hawî heger baweriya we heye hûn ê bibin netew mejîdewxî ye,
mafdar bûn."
Bi kurt û
kurmancî,
Ziman
tevna netewekê ye.
Ziman
dengê wê axa hûn li ser dijî ye.
Ziman
rengê bextewariya we ye,
rengê
êşên we,
rengê
eşqa we,
rengê
kenê we,
rengê
giriyê we ye.
Ziman
qalikgirtina brînên we ye.
Hûn
nikarin him bi Kurdî biêşin, him jî bigirîn.
Hûn
nikarin him bi Kurdî şad bibin, him jî bikenin.
Hestên we
li gorî zimanê we tevdigerin.
Û zimanê
we hûn bi xwe ne.