4 Eylül 2023 Pazartesi

xweşzûgotinokîzm

Ji sibehê heta êvarî em li ser sîyasetê, li ser îdeolojîyan dipeyivin û bi van zanîn û agahîyan em xwe qure dikin, lê...
Lê em tiştinan ji bîr dikin; heta ew tiştên ku em ji bîr dikin, jîyan bi xwe ye.
Bêhnkirina gulekê...
Meşa li qiraxa çemekî...
Girtina masîyan a li ser golekê...
Bi hevalan re vexwarina du qedeh araq...
Temaşekirina fîlmekî û pişt re jî nîqaş û sohbeta li ser wî fîlmî...
Di bin atmosfereke romantîk de, dans an reqsa li ber muzîkeke nerm an jî rîtmîk...
Temaşekirina maçek ji maçên lîga premier a Îngilistanê yan jî maçek ji maçên lîga şampîyonan a uefayê...
Di bin xuşîna baranê de pevşabûneke evînî...
Di nîvê şevê de li bin keleha Mêrdînê bi yar û yaran re vexwarina şeraba suryanî...
Li ber stranên Kerem Gerdenzerî kirasguherîna ruhî...
Xwarina ser û pê, hûr û rêvî...
Xwendina kitêbeke edebî...
Xebata li ser berhemeke hunerî...
Jîyîna bi haweyekî estetîk...
Guhdarîkirina li dengê dilê xwe û hewldana ji bo daxwaz û kêf û coş û arezûya bedena xwe...
Şilfîtazîbûn...
Ji ego û kompleksên xwe arîbûn/pakbûn/xelasbûn...
Bi tenêtîya xwe re tenêmayîn...
Bi kin û kurdîya kurmancî, ji bo dîn û îdeolojîyên beradayî ji jîyanê nemînin.   

Yekî tiştekî hîs bike, heger bi gazinên hinekan bi paş ve gav biavêje jî, ew kes ne bi xwe re durist e ne jî bi derdora xwe re...
Loma jî, hewce ye ew bi xwe wê hîsê li xwe bar bike.
Hîsa zorane cîyê xwe nagire.
Ji doh de ye hew Xweda dizane bê min xwest gilî û gazinan li kê bikim li kê nekim, lê dû re xwe bi xwe min ji xwe re got, "qûna elimîbe tilîyan, ew qûn ê tim tilîyan bixwaze" û min dev jê berda.
Heger serketîyên dagirkerên te bûbin kêf û serbilindîya te, naxwe êdî tu ne xwe yî û hewce nake em bi haweyekî romantîk hevdu bixapînin.
Doh bi serketina tîma weleybolê ya tirkan a neteweyî ji kêf û coş û serbilindîyê "çep û rast"ên tirk û xwelîser û belengazên kurd li bin guhên hev ketin.
Berê jî min gotibû, heger namûs û xîretê ji kesayetê koç kiribe, rebenê poz neşewite ew ê çi xwelîyê li serê xwe bike?
Li welatên nasyonalîst û paşdemayî xwezî spor tenê spor bûya, lê ne werê ye.
Spor jî, edebîyat jî, huner jî di xizmeta vê zîhnîyeta faşîst û nasyonalîst de ne, mixabin.
Loma jî,
lo kurdo ango lê kurdê!
Kê nîyhaye me!

"Yê nizanibe ew ê bibêje qey me emir deman kirîye, jîyan me hînî libendemayînê dike."

Ji fîlmê "The Pîyanîst"

Mixabin, tişt bi qasî hêvîkirinê, xeyalkirinê ne xweş e, lê her weha tişt bi qasî hêvîkirin û xeyalkirinê malê li meriv xera nake jî.
Piştî demekê, meriv ji rastîya jîyanê dûr dikeve û tenê meriv dide pey wan hêvî û xeyalên her ku meriv du gavan nêzîkî wan dibe, ew çar gavan ji meriv dûr dikevin.

Gotina Dawî
"Req û beq senfonîyek li dar xistin li bin text ji reqereqa wan kes raneket."
Vê zûgotina ku made în Devliken e, her kî sê caran li ser hev bibêje, Devliken ê yanî ez ê kitêba xwe ya Xweşzûgotinokîzmê dîyarî wî bikim.