Ji rojan jî wê rojê ji texsîya xwe re cî dîtîye, texsîya xwe anîye li ber ofîsa xwe park kirîye.
Çayên wan li ber wan, civat germ e...
Bi bezekê Izet xwe li derî diqewimîne, ziravê Silêman û Şewket diqete.
Nefes li Izet çikîyaye.
Silêman qedeha çaya xwe datîne ser maseyê, dibêje:
-Xêr e Izet! Te ziravê me qetand law!
Izet piçekî disekine heta bêhna wî tê ber wî. Dibêje:
-Xalê Silêman, li jor yek dike xwe bikuje/întihar bike û heger xwe di paceya xanî re biavêje, ew ê bi ser texsîya te de bikeve.
Silêman û Şewket bi haweyekî şaş û ecêbmayî li hev dinerin û pê re pê re Şewket dibêje:
-Kuro Silo rabe! Bi elawekîl ew xwedêjêsitendîya bi ser texsîya te de bikeve, texsîya te yê bibe malê xurdecîyan û hew bi ser xwe de tê. Zû bilezîne berî ji jor de bê xwarê!..
Silêman radihêje qedeha xwe, ji çaya xwe qurtek din vedixwe û ji ser kursîya xwe pengiz dibe. Berî di derî re derkeve, li xwe difitile, li Şewket dinere, dibêje:
-Law Şewket! Ne tu bî û ne xêra te be! Wek her roj min got ez ê li cîyê berê park bikim, te got na va ye pêşîya ofîsê vala ye.
Û revî revî dihere derîyê texsîyê vedike, dikevê, kontaxê lê dixe û texsîyê ji cîyê wê dileqîne, dibe li dereke din park dike. Dû re tê li pêşîya ofîsê disekinin û li jor dinerin, xwe didin benda mêrik ku xwe ji wir biavêje.
Mêrikê me bîskê li dora xwe, li jêra xwe dinere û ji ber paceyê vedikişe.
Silêman û Şewket li hev dinerin û bi hev re difitilin ser Izet û tû Izet dikin.
Silêman dibêje:
-Ka zilamê te xwe neavêt hey min kîrê wî di te kiro! Te ev kaos û aksîyon belasebeb çêkir!..
Izet kejika stuyê xwe dixwirîne, dibêje:
-Ez ji ku dizanim. Min dît li ber paceyê ye, min got qey dike xwe biavêje, dêqahpo!