yan şeş yan jî heft salî bûm wextê qalibê wê sabûna kurmancî di serê min de şikest
bi destê seadeta emîna eshed a mêr li ber esîltî û merdîya wê diricifîn!
û li qûn rûniştim di nav ava wê teşta lek î şînî
dû re bû mû û bi zimanê me ve şîn hat ew biwêja dehşet
"de here qûna xwe li avê bixe" lo, ya ya qeşmerê kurmî û stuşikest!
yekî ji yekî re go û belav bû wek sura bê li nav milet...
te go milet?
ka milet?
heger nemabe piçek xîret!
kulmek xwelî jî bi destê me nakeve, bi serê osmanê tirek
lê osmên jî bi tira xwe deng dabû li nav milet.
ne kesî xwe ji osmên aciz kir,
ne jî ji tira wî ya bideng!..
pêşîyên me belasebeb negotîye, netirsin ji tirê bideng!
xwe bisitirînin ji fis û fisgenîyên bêxîret.
û ji wê rojê şûn de fisgenî bû navê kesên kone û bêehlaq û kesayetqûnek.
ma tê bîra we min gotibû,
bêehlaqîya min ji ehlaqê civakeke ketî û bi dîn û îdeolojîyan lewitî pak û paqijtir e,
dema derketibûm nêçîrê li ser sîng û berên jineke qereçî ya fahîşe...
kî ye fahîşe?
yên bedena xwe difiroşin an yên welatê xwe difiroşin ji bo konforeke teresane!
teres! teres! teres!
ma hewce ye em biafirînin ji bo van xwelîseran felsefeyeke qerase?
û qerase qerase ye, çendî gelek kes nizanibin çi ye ev mesele.
"mesele kûr e dahwe giran e, ev maç maça wan û tetwan e."
digot, pedofîlekî ku rehmetîyê bavê min jê re digot pîrdahfî,
li wê stadyoma ku bi merş û dûrişme û sloganên faşîstî dikir himehim û zimezim bi haweyekî erdhejî.
û erdhej e, heger kurd xwe negihînin kurdî!..