Ne malbata barzanîyan li pişta min e, ne jî malbata apoyîyan li pişta min e.
Û jixwe him ji dêrê bûme, him jî ji mizgeftê; oldar bi çavê şeytanî li min dinerin.
Êêê!
Min jî got madem tenê ez û şiva kîrê xwe ne, wê çaxê hewce ye ez xurt bim.
Bêlome be, bawerî bi însên nayê, meriv nizane çi yê derkeve pêşîya meriv.
Talîya talî...
çendî nav Devliken be jî, ez xwedan zimanekî tûj û çepel im û ji kê aciz bibim, ew lawê xwedê û pêxember û şeytên be jî, lê napirsim, bi zimanê xwe dawdişînim nav çavan.
Îja heyran,
erê, ez bi xwe bawer im û têra xwe jî wêrek û mêr û mêrxas im, lê zeman ne ew zeman e; pûşt û mûşt pir bûne.
Û jixwe şer jî bi pûştan re nabe;
nabe, ji ber ku bextê wan tune ye û têra xwe zexel û kone ne.
Min dest bi kîck boksê kir...
Lê ji xêndî kîck boksê ez pişta xwe jî xurt dikim, haa!
Îja xurtkirina piştê ne tenê ji bo pûşt û bêbextan, her weha ji bo jinan jî baş e; vî zemanî jin ji mêrên fît hez dikin.
Ma nizanim tê bîra we?
Hûn a rast bixwazin, jinên berê jî ji mêrên fît hez dikirin.
Dema bixwestana pesnê yekî bidin, digotin, "Filankes wek fîtekî ye!"
Ka îja ew fît û ev fît heman fît in, nizanim. Divê xwedîxêrek ji birêz Ferheng Zana,
pardon, ji Zana Farqînî bipirse, lê bila hay ji xwe hebe,
lewra piştî ku bû bernamzet û namzetîya wî ya parlamenterîyê nehat qebûlkirin, pir bi hêrs û agresîf e.
Lê hûn bi ya min dikin, guh nedin Zana Ferheng Farqînî. Li Qoserê li taxa Bilalîyan ango li meheleya Bilalîyan xalê Fîto heye, hûn dikarin herin ji wî jî bipirsin bê navê wî ji ku tê û çima jê re gotine "Fîto"?
Hoo Evdilayê ne ji ometa Abdullah!
Ka te got çi li ser vê meseleya "Fît"o?
Axir...
Min dest bi sporê kirîye û ji nuha şûn de êdî ne tenê zimanê min, pişt û navpişt û çîp û navçîpên min ê jî xurt bin.
Yanî pê li reh û damara min nekin û belaya xwe bi min nedin, yan na ez ê we perîşan bikim, bi serê xalê Fîto.
Gotina Dawî
Go heft lawên pîrê hebûn; yê baş qûna xwe dida, yê ne baş jî dinîyha qûna yê baş!..