10 Eylül 2023 Pazar

hema wilo ji qewla keçika omerî

Kurdbûn, heger têkeve rêya kurdîtîyê pîroz e, lê kurdên ji rêya kurdîtîyê derketine, xwe lewitandine.

Neteweperestî bûye pizika serê zimanê her kesî, lê mixabin ji ber biratîya bi tirkan re, em bûna dijminê hebûna xwe vî zemanî, 
lewra neteweperestî hebûn ango xwebûn bi xwe ye,
lê ka aqil!
Bêbavan, neteweperestîya ku ji hezkirina ziman û nirx û hêjayîyên kurdî zaye, li ber çavê me kirîye faşîzma faşîstên beradayî.

Ji bo gotinên Sezgîn Tanrikûlû yên li ser TSKyê gotîye, heger HDP sibê bi daxuyanîyekê Sezgîn Tanrikûlû şermezar bike, ez ê şaş û ecêbmayî nemînim, lewra di meseleya kemalîzmê de HDP qayîşê bi CHPyê re dikişîne.

Rast derew, xêr û guneh di stuyê Hisênê Xidir de be; dibêje, Dûran Kalkan ji hesûdî û zikreşî komployek li feylesofê sedsala nû Kadîr Amaç çêkirîye û di wê êrîşê de hêkek gunê Kadir Amaç pûç bûye.
Dîsa rast derew, xêr û guneh di stuyê Hisênê Xidir de be; dibêje, hevalan li dijî vê êrîşa bêbext xwe ji Dûran Kalkan aciz kirine û li ser lat û zinarên Qendîlê "Kadîr Amaç rûmeta me ye!" nivîsandine.
Piştî van alozîyan, tê gotin, ji Îmralîyê heyetekê xwe bi helîkoptêrê bera nav Qendîlê daye û ji bo pêşîyê li wan bêîteatî û alozîyan bigire, dest bi operasyonekê kirîye.
Lê bi qasî heval radigihînin, heval Dûran wenda ye û Kadîr Amaç jî li nexweşxaneyê li ser kêlekekê paldayî ye.
Her weha hin kes jî dibêjin di vê êrîşa feylesof Kadîr Amaç de dibe tilîya Nêçîrvan Barzanî jî hebe.
Wek min di serî de jî got; xêr û guneh ne di stuyê min de, di stuyê Hisênê Xidir de be...

Gotina Dawî
Bêhna xwe fireh bikin. Hindik ma qantir bizê