Li ser parvekirina min a ku min gotibû, "Di çavê dewlemendan de hunermend û nivîskar parsek in.
Lê...
Ne parsekên we,
parsekên zimanê xwe ne!.." rêzdar Şerafetîn Ertekîn hatîye ev şîrove danîye binê vê parvekirinê:
Devlikenê heja, ma qey dewlemend mane? Tu bi rastî bibêjî, dewlemend berê hebûn. Ew jî kesên ku colê pezê wan hebûn û hemû hebûna wan bi xêra xîreta xwêdana enîya wan bû; ji wan re digotin dewlemend. Ma ji kesên ku bi bertîlan, bi îhalan dizîya gel û dewletê dikin, mirov dikare ji wan re bibêje dewlemend? Kesên ku bi dizîyê û bi bazirganîya madeyên heşbir dibin xwedî mal û milk, mirov dikare ji wan re bibêje dewlemend? Kesên ku niha ji wan re dibêjin dewlemend, "bêyî menfeet bi tilya kul de namîzin" (gotina pêşîyan). Ji kesên ku ji tunebûnê hebûn diafirandin re digotin dewlemend.
Ev peyva te, mirov dikare berevajî bibêje, "Hunermend dewlemend in, lê dewlemend jî parsek in.
Bi bawerîya min hîmê peyva dewlemend weha dest pê dike:
Dew = Çeqilmast
Dewle = Firaxa mezin a ji bo tijekirina mast.
Dewlemend = Xwedîyê colê pezen ku şirê wan gelek e.
Ku şir dikin mast, mast dikin dew, ji dew jî rûnê nivîşik tê girtin.
Dema havînî rûnê nivîşik tê helandin, ew şorika xweş bi tahm bi berdikeve. Bi nanê şikeva yê germ şorik pir xweş e.
Ji dew jî mehîra bikundir û bipûng tê çêkirin. Di çanda Kurdan da gelek celebê berhemên şîr hene.
Mînak: Firo, Şir, Şorbeşîr, Penêr, Qeşar, Torak, Çortan, hwd...
Peyva qeşar jî ji qeşartinê tê.
Herêma serhedê bi penêrê xwe yê qeşar dewlemend e. Dema penêrê qeşar di sarincê de vedişêrên penir kufik û qeşmaşik digre. Ji ber ku dema qeşar dixwin, wê qeşmaşikê kalikê penîr diqeşêrin û jê re gotine penêrê qeşar.
Gotina Dawî
Ji nuha pê de şîroveyên ku kêfa min ji wan re bên jî ez ê di blogê de biweşînim.